Baroya Stenbolê: Destwerdan li mafê dengdayîn û hilbijartinê hatiye kirin

Baroya Stenbolê ku ji ber bêdengiya li ser tayînkirina qeyûm a Şaredariya Colemêrgê hate rexnekirin, di daxuyaniya xwe de got: “Em xwedî li mafê dengdayîn û hilbijartinê û demokrasiya xwe derdikevin.”

Stenbol - Baroya Stenbolê ku ji ber bêdengiya li hemberî binçavkirina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û li şûna wî qeyûm tayîn kirin hate rexne kirin, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat xwestin ku rêz li hember mafê dengdayîn û hilbijartinê bê girtin û ev daxuyanî hate dayîn:

“Mehmet Siddik Akiş ê ku di Hilbijartina Giştî ya Rêveberiya Herêmî ya Adara 2024’an de di hilbijartina Şaredariya Colemêrgê de bi ser ket, mazbataya xwe wergirt û dest bi wezîfeya xwe kir. Di 3’ê Hezîrana 2024’an de Şaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê de li Wanê hatibû binçavkirin û di heman demê de Avahiya Xizmetguzariyê ya Şaredariya Colemêrgê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû dorpêçkirin û di avahiyê de lêgerîn hatibû kirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Karên Hindir ve hat dayîn de hat ragihandin ku Waliyê Colemêrgê bi hinceta dosyaya darizandinê û pêvajoya binçavkirinê wek qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê hatiye kirin. Bi vê bûyerê re pêşî li pêşnûmaya bêsûciyê û mafê dengdayîn û hilbijartinê ku bi xala 38’an a Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê hatiye garantîkirin, hat astengkirin. Wekî din, rêgeza şaredariyên ku ji aliyê şaredarî û meclîsa şaredariyan ve hatine hilbijartin, hatin rawestandin.

Ji holê rakirina îradeya hilbijêran bi tayînkirina timî qeyûman tê wateya qûtkirina xebatên demokratîk. Em xwedî li mafê dengdayîn û hilbijartinê û demokrasiya xwe derdikevin.”