Ayla Akat Ata: Divê em fikra çareseriya demokratîk civakî bikin

Siyasetmedara Kurd Ayla Akat Ata diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd armanca wan a bingehîn e û got: “Divê em fikra çareseriya demokratîk civakî bikin.”

Navenda Nûçeyan- Siyasetmedar Ayla Akat Ata ku di rûniştina biryarê ya Doza Kûmpasê Kobanê de ku di 16’ê gulanê de hat dîtin beraet kir, li rêxistina Êlihê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi gel re hat ba hev. Di hevdîtinê de Meclisa Dayikên Aştiyê, Dayikên Nobeta Edaletê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û siyasetmedar jî nav de hejmarek zêde kes amade bûn. Dayikên Şemiyê Ayla Akat Ata bi tilîliyan pêşwazî kirin, dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ berz kirin.

‘Em ê têkoşînê ji cihê mayî berdewam bikin’

Ayla Atak Ata ji gel re axivî û diyar kir ku wê têkoşîna xwe ji cihê mayî berdewam bikin û got: “Li bajarek ku evqas êş û bedel daye û têkoşiyaye li gel we meş ji bo me gelek girîng e. Ew rê berdewam dike. Mixabin yek ji rawestgehên wan riyan girtîgeh e. Li girtîgehê me hewl da em bibin parçeyek ji wê riyê. Di pêvajoya darizandinê de me hewl da em bibin layîqê keda gel. Piştî girtîgehê careke din em li vir in. Li cihê mayî, weke ferdeke têkoşîna jinan, weke endama TJA’yê em ê vê têkoşînê berdewam bikin.”

‘Divê em fikrên çareseriya demokratîk civakî bikin’

Ayla Akat Ata da zanîn ku pirsgirêka Kurd yek ji pirsgirêkên hemû partiyên siyasî ye li ser xaka Kurdistanê û ev tişt got:

“Hedefa me ya bingehîn çareseriya pirsgirêka Kurd e. Bernameya partiya me derxistiye holê û di çarçoveyê wê de em ê tişta dikeve ser milê me berdewam bikin. Li holê rastiyek heye ya bingehîn pirsgirêka Kurd a xwe kş çareseriya aştiyane û demoratîk digre. Ji bo vê gelê me bi salan e bedel dide û riyek nîşan daye, hevalên me têdikoşin û divê deriyê Îmraliyê were vekirin. Divê di muzakereya ji bo çerseriyê gelê Kurd Abdullah Ocalan nîşan daye di muzakerêyê de cih bigre. Weke siyasetmedar ne tenê DEM û DBP, pirsgirêka  AKP’iyên ku li ser vê xakê siyasetê dikin e. Pirsgirêka hemû partiyên ku li vê welatî ne. Divê em fikra çareseriya demokratîk civakî bikin.”

Piştî axaftina Ayla Akat Ata hevdîtinê bi gotina kilaman berdewam kir.