Şemê Remo: Piştgirî bidin çalakiya me

Endama Koordînasyona TAJÊ Şemê Remo têkildarî çalakiya ‘Rêber Apo mêvanê mala we ye’ diyar kir ku ew bi çalakiyê balê dikşînin ser tecrîda li ser Rêber Apo û fikrên wî bi her kesê didin nasandin û bang li her kesê kir ku piştgirî bidin çalakiyê.

RONAHİ ZERDEŞT

Şengal – Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di çarçoveya pêngava 'Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re Xweserî' de çalakiya ku bi dirûşma 'Rêber Apo mêvanê mala we ye' dabû destpêkirin, didome. Di çarçoveya vê çalakiyê de jin li gund, navçe û navenda Şengalê mal bi mal digerin, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan û bruşora ku kurtejiyana wî têde tê vegotin, bela dikin. Jin dixwazin bi vê çalakiyê dixwazin bal bikişînin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan û fikrên wî bidin nasandin. Têkildarî tecrîdê û pêşveçûna çalakiyê endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Şemê Remo axivî.

Di destpêka axaftina xwe de Şemê Remo bal kişand ser fermanê û diyar kir ku wek pêşdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan Şengal ketiye tengasiyê, bi fermanê re rûbirû maye û wiha got: “Ger gotina Rêber Apo beriya fermanê bihata esasgirtin dibe ku ferman bi serê me ve nehata, keç û jinên me nehatana dîlgirtin û miletê me nehata qetilkirin. Dîsa jî ger di dema fermanê de şervanên Rêber Apo bi me ve nehatana emê tune buna. Emîro bi saya fikir û felsefeya Serok li ser pêyan e. Îro jî ger karibe dê Irak bi zext û êrîşan tola DAIŞ'ê ji me bigirta. Bi rastî jî divê miletê me baş zanibe ger ne ji Rêveberiya Xweser, sazî û dezgehên wî, YBŞ-YJŞ û Asayîşê buna wisa rihet rihet miletê me nedikarî li Şengalê tevbigere dê her rastî zext û êrîşê Irakê bihatana.”

Tecrîdû armanca hemleyê

Ji aliyê din ve 38 meh in bi tuawayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan nayê girtin. Dewleta tirk ji bo hevdîtina malbat û parêzeran asteng bike û agahiyek ji Rêber Apo neyê girtin, her meh di bin navê 'cezayên dîsîplînê' de hem dixwaze bêhiqûqiya xwe rewa nîşan bide hem jî dixwaze tecrîda heyî bi dijwarî bidomîne.

Endama Koordîsyona TAJÊ Şemê Remo der barê tecrîd û armanca çalakiya 'Rêber Apo mêvanê mala we ye' de ev nirxandinan kir: “Tecrîda li ser Rêber Apo roj bi roj girantir dibe û em hemû jî dizanin beriya fermanê hevdîtin kêm be jî bi Rêber Apo re dihat kirin lê piştî fermanê hevdîtinan bi Serok re asteng kirin. Çima, ji ber xayînan Şengal û Êzidiyan firotin, xwestin Êzidî û Kurdan tune bikin lê ev hêviya wan bi saya Rêber Apo pêk nehat, ji ber veê tecrîdê roj bi roj li ser Rêber Apo girantir kirin. Niha temamî bi tu uzaktaî agahî jê nayê girtin û rewşa wî di bin xeterê de ye. Ji derveyî tecrîdê tu tişt di destên Tirkiyeyê de nemaye û nehêle hevdîtin bi Rêbertî kirindi. Ger hevdîtin bi Rêber Apo re bihata kirin niha rewş ne wiha bû. Niha li onun derê însan bi fikrên Rêber Apo doza mafên xwe dikin. Ji ber ve yekê me dît pêwîstî bi hemleyek heye û me dest bi hemleya xwe kir. Em ê bi vî hemleyê hem balê bikşînin ser tecrîda li ser Serok hem jî fikrên wî bi însanan bidin nasandin û heta dawî jî emê hemleya xwe bidomînin.

'Ji derveyî fermana 74'an kîjan fermanên li ser me ten zanîn'

Şemê Remo destnîşan kir ku wan xwestine bi vê çalakiyê hinek be jî bersivê bidin fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tiştek bikin û wiha pêde çû: “Her mala Êzidî ku dibêje ez xwedî wijdan im û fermanê ji bîr nake, wêneyê Rêber Apo paşve venagerîne û venagere jî. Ez bawer nakim malek bi tenê jî bibêje ez wêneyê Serok nagirim. Ji ber Êzidî baş zanin ku bi saya fikrên Serok ji ferman û qirkirinê xilas bûn. Ji derveyî fermana 74'an kîjan fermanê me ji aliyê dinyayê ve hatiye dîtin. Di wan fermanan de jî keç û jinên me hatin revandin, bi hezaran kes hatin qetilkirin lê ruxmê veê yekê jî tiştek nedihat xuyakirin. Tenê navê fermanan hebû, derveyê wê tu tişt nîn bû. Lê bi saya fikirû felsefeya Rêber Apo hemû dinya hurgiliyên fermana 3'ê Tebaxa 2014'an dizane. 7 salî heta 70 salî hemû Êzidî dizanin di vê fermanê de çi bûye û dikarin bînin ziman jî. Heta hetayê em dev jê vî fikrî bernadin. Me bi saya fikrên Serok xwe birêve dibin û êdî çi bibe jî em tune nabin.”

'Em ê fikrên Rêber Apo bi hemû jinan bidin nasandin'

Di dawiya nirxandina xwe de Şemê Remo ev tişt anî ziman: “Heta gihîştina hedef û armanca xwe em ê hemleya xwe ya ji bo Rêber Apo bidomînin û fikrên wî bi hemû jinan bidin nasandin. Bangawaziya min ne tenê ji bo jinên Êzidî ji bo hemû jinan heye xwe li ser fikrû felsefeya Rêber Apo nas bikin, bi rêxistin û perwerde bikin. Em nabêjin werin raste raste li me bibin lê bes divê li ser vî fikrî nas bikin. Rêber Apo'nun fikrên'i geri döndü ve naskirin oldu. Em bang li her kesî dikin ku piştgirî bidin çalakiya me û em çalakiya xwe bi ser bixin.”