Îsraîl tevî hemû bangan êrîşên xwe yên li ser Refahê didomîne

Tevî biryara Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (ICJ) ya ji bo rawestandina êrîşên Îsraîlê yên li ser Refehê duh jî berdevam kirin. Duh li Refahê herî kêm 12 Filistînî jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê yên li ser Refahê ya li başûrê Zîvala Xezayê dewam dikin. Di êrîşa hewayî ya 30’ê Gulanê ya Îsraîlê de herî kêm 12 Filistînî jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî nûçeyên çapemeniyê, Îsraîlê piştî ku duh 'herêma tampon' a di navbera Misir û Refahê de bi dest xisti bû, êrîşên xwe yên li ser Refahê berdewam kir. Rayedarên Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê diyar kirin ku di êrîşan de herî kêm 12 kes jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne. Bi êrîşan re xizmetên ragihandinê yên li Refahê jî rawestiyan. Hat ragihandin ku di êrîşa hewayî ya li dijî Kampa Penaberan a El Şatî ya li rojavayê bajarê Xezayê ya li bakurê Zivala Xezayê de kesek jiyana xwe ji dest da.

'Biryara girtinê weke dînîtî nirxand'

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di hevpeyvîna xwe ya li gel kanala LCI ya Fransayê de behsa daxwaza girtina biryara wî ji aliyê Serdozgerê Dadgeha Cezayê ya Navdewletî (ICC) Laheyê Kerîm Xan kir. Netanyahu diyar kir ku Serdozgerê Dadgeha Cezayê Giran a Navneteweyî 'di navbera lîderên Hamasê û lîderên hilbijartî yên demokratîk ên Îsraîlê de wekheviyeke sexte ava kiriye' û serlêdana biryara girtinê weke 'dînîtî' bi nav kir. Benjamin Netanyahu bi îdiaya ku polîtîkaya wan a birçîkirina sivîlan tune ye, îdia kir ku îdiayên ku der barê wî de têne kirin 'çêkirî' ne. 

Li ber qenalê protesto kirin

Di dema ku Benjamin Netanyahu li seranserê cîhanê xwepêşandanên li dijî Îsraîlê rexne dikir, li ber kanalê jî xwepêşandan hatin lidarxistin. Di dema weşana hevpeyvînê de bi sedan kes li ber avahiya televizyonê kom bûn û “propagandaya” ji bo Netanyahu tê kirin protesto kirin.

Deriyê sînor dikare bê vekirin

Ji aliyê din ve di nûçeyên ku di çapemeniya Îsraîlê de cih girtin de hat îdiakirin ku Îsraîl û Misir li ser vekirina Deriyê Sînor ê Refahê ya li başûrê Zivala Xezayê piştî zextên rêveberiya Amerîkayê li hev kirine. Di nûçeya televîzyona KAN a Îsraîlê de hat ragihandin ku Îsraîl û Misirê biryar dane ku Deriyê Sînor ê Refahê ji nû ve vekin. Hat îdiakirin ku Tel Avîv û Qahîreyê piştî zextên DYA’yê ev biryar girtine. Her wiha di nûçeyê de hat diyarkirin ku hatiye plankirin ku deriyê sînor di bin kontrola rêxistineke navneteweyî de bê hiştin.