Îsraîl êrişên li ser kampên li Xezayê didomîne

Îsraîlê, êrişê kampên penaberan El-Bureyc û El-Megazî yên li beşa navîn a Zivala Xezayê ne kir. Di êrişan de 15 Filistînî mirin, gelek kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan- Êrişên Îsraîlê yên li ser Zivala Xezayê ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve bênavber berdewam dikin.

Di êrişên ku 243 roj in didomin de li gorî çavkaniyên herêmî; artêşa Îsraîlê bi balafirên şer û topavêjan hewl dide ji bejahiyê bikeve kampa penaberan El-Bureyc. Çavkaniyên Îsraîlê îdia kirin ku êrişa hewayî li dijî “Cihên aydê Hamasê” ye, di heman demê de, hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê bi talîmatên îstîxbaratê ji bejahî ve li ser Bureycê bi navê ‘operasyona hesas’ êriş kiriye. Artêşa Îsraîlê bi ketina Bureycê re hemdem ji hewa ve û bi topavêjan êriş dike. Kampa penaberan El-Megazî ya li nêzî Bureycê, demek dirêj rastî êrişên Îsraîlê hat.

Cih di nexweşxaneyê de nema

Li aliyê din li gorî daxuyaniya nivîsî ya Wezareta Tendirustiyê ya Xezayê, di êrişên Îsraîlê yên li ser kampên penaberan El-Bureyc û El-Megazî de 15 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane, bi dehan kes jî birîndar bûne. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku birîndaran rakirine nexweşxaneyê û bal hat kişandin ku li nexweşxaneya ku li beşa navîn a Xezayê hewl tê dayîn milyonek birîndar were derman kirin loma jî cihê ku birîndarên din lê bimînin nemaye.

Di daxuyaniyê de bang li Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê hat kirin ku rêxistin biçe Nexweşxaneya Şehîdên Aksayê û ji saziyên navneteweyî hat xwestin ku li Xezayê nexweşxaneyên Sahrayê werin avakirin.

Filistînî careke din ketin riyên koçberiyê

Ji ber êrişên artêşa Îsraîlê ji kampa penaberan El-Bureyc, dûmana reş radibe, hat ragihandin ku bi sedan Filistîniyan ji herêmê, berê xwe dane kampa penaberan Nusayrat û Deyr el-Belahê. Li ser êrişên li dijî kampa El-Bureyc, li ser medyaya dîjîtal parvekirin hatin kirin û hat ragihandin ku di êrişên bi balafirên şer ên Îsraîlê tevahiya şevê berdewam kirine de, li kampa penaberan El-Bureycê li dijî 5 avahiyên sivîl êriş pêk hatiye.