Îranê cezayê girtîgeh û qamçiyê li karmendek birî

Karmend Meryem Beni Reza ku li bajarê Kum ê Îranê dijî, ji ber bê hîcab çûye bankayê cezayê qamçî û girtîgehê lê hat birîn û du sal jî ji erka xwe hat dûrxistin.

Navenda Nûçeyan- Li Îranê serhildana ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir berdewam dike. Jin li gelek qadan hicaba xwe ji serê xwe derdixin û komkujiyê şermezar dikin. Jinên ku helwest nîşanî zagonên paşverû didin, li dijî hicaba bi zorê têkoşînê berdewam dikin.

Li bajarê Kum ê Îranê jina bi navê Meryem Benî Reza bi hinceta ku bê hîcab çûye bankayeke bajar, ji aliyê alîgirek hikumetê ve rastî êrîşê hat û hem jî der barê wê de doz hat vekirin. Meryem Benî Reza ji bendên ‘Derxistina hicabê’, ‘Rêk û pêkî xirakirin’ û ‘Ziyandayîna exlaqê gelemperî’ tê darizandin. Bi giştî cezayê 8 meh û 10 roj girîgehê û 148 cezayê qamçiyê lê hat birîn. Di heman demê de Meryem Benî Reza du salan ji xizmeta dewletê û gelemperî hat dûrxistin.