Çeteleya tundiyê ya meha Gulanê ya JINNEWS'ê: 39 jin hatin qetilkirin

Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Gulanê ya JINNEWS'ê amade kir, 39 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin, 23 bûyerên mirina bi guman qewimîn.

Navenda Nûçeyan- JINNEWS'ê çeteleya tundiya li ser jinan ku ji nûçeyan berhev kir weşand. Li gorî vê yekê 39 jin ji aliyê mêrên herî nêzî xwe ve hatin qetilkirin. Li Tirkiyeyê mirina jinan a bi guman jî bi zêdebûn berdewam dike. Di meha Gulanê de mirina 23 jinan bi awayekî bi guman hat dîtin.

‘Li herêmên erdhejê tundiya li dijî jinan zêde bû’

Ajansê di vê mehê de bal kişand ser jinên li herêmên erdhejê jî diyar kir ku bûyerên tundiyê zêde bûne. Hat diyarkirin ku ji ber kêmasiya mekanîzmayên parastinê jin nikaribûn dengê xwe bilind bikin û pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Li gorî çeteleya tundiyê ya meha gulanê, 39 jin û zarokek hat qetilkirin. Jinek jî ji qetilkirinê rizgar bû. Mirina 23 jin û 3 zarokan jî bi guman e. Pitika ku destdirêjî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da. 2 jin dema ku doza hevberdanê berdewam dikir, 4 jinên ku doza wan hevberdanê qediyabû, 12 jin ji hêla mêrên ku bi wan re zewicandîbûn ve, 2 jin di dema veqetandinê de, 4 jin ji hêla mêrên ku bi wan re dijiyan ve, 4 jin ji hêla kurên xwe ve, 4 jin ji hêla xizmên xwe ve, 2 jin ji hêla birayên xwe ve, 3 jin jî ji hêla naskiriyên xwe ve û 2 jin jî ji hêla kesên biyanî ve hatin qetilkirin.

Li Edenê 6, Stenbolê 9, li Meletiyê 1, li Antalyayê 5, li Îzmîrê 2, li Muglayê 2, li Konyayê 2, li Amedê 3, li Dîlokê 1, li Trabzonê 1, li Aydinê 2, li Kocaeliyê 1, li Wanê 1 û li Kirşehîrê 1 jin hatin qetilkirin.