Çalakvanên Tûnisî li dijî girtina rojnamegeran meşiyan

Çalakvanên Tûnisê ji bo rakirina Biryarnameya 54’an ku li pêşiya azadiyê bûye asteng û şermezarkirina girtin û binçavkirina rojnamegeran, meşek ciwanan li dar xistin.

Tûnis – Duh çalakvanan li Tûnisê bi dirûşma “Rêveberiya Dîwaran” ji bo şermezarkirina rewşa maf û azadiyê li Tûnisê û redkirina biryara 54’n ku li pêşiya azadiya fikir dibe asteng meşeke ciwanan li dar xistin. Çalakvanên jin diyar kirin ku armanca biryarnameya 54’an ew e pîşeya rojnamevanî û azadiya fikir li dijî Destûra Bingehîn a Tûnisê asteng bike.

‘Biryarname ji bo tepesandina dengê ji bo azadiyê ye’

Çalakvana mafên mirovan Hinda El-Şênawî got ku Biryarnameya 54’an a bi nav û deng e, li gorî wê rojnamevan, siyasetmedar û welatiyên ku bi karûbarên giştî re eleqedar dibin hatine darizandin û wiha got: “Biryarnameya 54’an bûye navgînek ji bo tepeserkirina dengê ji bo azadiyê û azadiya raman û çapemeniyê. Biryarên bi vî awayî dê li Tûnisê dê li ser cihêrengiya akademîk, siyasî û hizbî bixebite û wê siyaseta yek dengî vegerîne.”

‘Kesên ku rexne li desthilatdariyê dikin tên girtin’

Seroka Partiya Qutbê Şeyma El-Cebalî diyar kir ku xwepêşandan piştî girtina çend çalakvan, siyasetmedar û rojnamevan ji ber parvekirinên wan ên li ser medyaya dijîtal hatiye lidarxistin û wiha got: “Kesên hatine girtin ji ber rexnekirina desthilatdariyê tên naskirin û polîtîkayên wê yên ji şoreşê re. Azadiya fikir tekane destkeftî ye ku ji şoreşê maye. Bi biryarnameyên ku weke zordar tên binavkirin, bûye gef û dorpêçkirin. Wê kolan bibin sembola vegerandina azadiya fikir û ramanê.”

‘Rojnamevan di hedefa desthilatdariyê de ne’

Endama Sendîkaya Rojnamevanên Tûnisê Reem El-Sûdî da zanîn ku biryarnameya 54’an ji roja derketiye ve heta niha, azadiya fikir asteng dike û wiha got: “Negihîştina armanca ku desthilatdariyê dixwest e. Li dijî parvekirinên di medyaya dîjîtal de bi nêrînên azad tê pervekirin re şer dike û ev biryarname veguheriye amûrek zordariyê, kesên ku bi riya medyaya dîjîtal parvekirinek ne li gorî desthilatdariyê bikin tên girtin.Biryarnameya 54’an yek ji qanûnên herî metirsîdar tê dîtin, ji ber ku gef li azadiya fikir dixwe. Di vê biryarnameyê de tê destnîşankirin ku rojnamevan di hedefa desthilatdariyê de ne. Pîşeya rojnamevanî û azadiya fikir li dijî Destûra Bingehîn a Tûnisê ye.” 

Sendîkaya Rojnamegeran bang kir ku biryara jimare 115 a sala 2011'an ku di 2'ê Mijdara 2011'an de hatiye derxistin û bi azadiya çapemenî û weşangeriyê ve girêdayî ye, li şûna qanûnên cezayî bê bikaranîn.