Çalakvanên Misrî: Zagona malbatî bi krîz û binpêkirinên mafê jinan tijî ye
Çalakvanên mafên jinan ên Qahîre der barê nîqaşên li ser guhertinên zagona li ser parastina mafên jinan de axifî û da diyarkirin ku ji bo guhertinên civakî pêwistî bi zagonên wekheviyê diparêze hene.

ASMA FATHI
Qahîre – Qanûn û hiqûqên ku bi feraseta mêr û dewletê tên nivîsandin ji biryardayîna jinan a derbarê jiyana xwe de heyanî xwedîkirina wan a zarokên û mijarên darayî ango hevberdanê, ji gelek aliyan ve dibe sedema binpêkirina mafên jinan. Yek ji welatên ku di zagona wî ya malbatî de mafên jinan tê binpêkirin, di zewac ango hevberdanê de jî mafê biryar dayînê nade jinan Misir e. Jinên Misrî li dijî vê qanûn û zagona ku 1920’an hatiye avakirin û cih nade hebûn û nasnameya jinan di nav têkoşînê de ne.
Ji sala 2003’yan ve Saziya Dozên Jinên Misrî ji bo zagoneke malbatî ya xwe dispêre wekheviya zayendî kar dike. Bi pêşengiya Saziya Dozên Jinan a Misrî derbarê guhertina zagonên malbatî ya ku gelek mafên jinan tune dihesibîne pêşnûmeyek hat amadekirin ku dê demê pêş li ser vê pêşnumeyê nîqaşên berfireh bên meşandin. Çalakvanên jin ên derbarê mijarê de nêrînên xwe parve kirin bal kişandin li ser pêwistiya zagonekê dadwertir a îradeya jinê nas bike û derbarê pêşnûmeya guhertina zagonê ya amadekirine axivîn.
‘Pêwistî bi guhertina zagonê heye’
Wekîl û yek ji damezrînerên Partiya Jiyan û Azadî Îlham Aidarus destnîşan kir ku li ser avakirina zagona malbatî ya niha di meriyetê de ye sed sal derbas bûye, lewra di warê civakî û hemû warên jiyanê de guhertinên mezin çêbûne û got ku ev xalên zagonê yên hatine dayîn ji rastiya jiyanî û civakî dûr in.
Îlham Aiderus bal kişand li ser pêwistiya guhertinên zagonî û wiha got: “Divê zagon li gor guhertinên serdemê bê guhertin. Pêşnûmeya zagona ku Saziya Dozên Jinên Misrî û saziyên din li ser kar kirine, mafên jinan diparêze. Komîteya wezareta dadweriyê tenê ji dadgeran pêk tê û zagona hikumetê amade dikin, du hefteyên borî de, gelek berpirsan li ser pêşnûmeya zagona nû axivîn û gotin ku wan 188 made amade kirine, ew jî li ser torên civakî û li gel aliyên peywendîdar rastî gelek nîqaşan hat. Axaftin li ser komek guhertinan dema pêş de hene weke fona malbatê, sîgorta, hêzên nû ji bo destwerdana dadgeran didin, pirsgirêkan di yek dosyayê de kom dikin ew jî guhertinan pêwîst dike.”
‘Divê madeyên pêşnûmeya zagonê bên fêmkirin’
Seroka Sekreterên Saziya Dozên Jinên Misrî Azza Soliman tekez kir ku niha pirs li ser sedemên danûstandinên bi zagonê re heye û wiha domand: “Tevî ku sazî bi nav û deng e, lê nikarî tu agahiyan derbarê zagonê bidest bixe, ev jî karê civaka sivîl asteng dike. Zagona dema dawî ji aliyê komîteya wezareta dadê tê amadekirin û behsê dikin ku aliyên wê baş ne diyar in. Mînak dema jin hevberdanê dike, nikare careke din bizewica ji bo mafê xwedîkirina zarokên winda neke. Li vir şûna ku li dayîkan bi yek carî xwedîkirina zarokan qedexe dikin, divê pîvanên ku xwedîkirina zarokan didin bavan werin lêkolînkirin. Her wiha aliyên derûniya zarokan di hemû rewşan de divê baş li ber çavan werin girtin.”
‘Di zagonan de hişmendiya mêr diteyise’
Azza Soliman di berdevamiya gotinê xwe de behsa giringiya pergalek esasî kir û wiha pê de çû: “Dema hin made werin bichkirin em dikarin bibêjin destkefî hene, lê sîstemek esasî ji bo wê pêwîst dike. ji ber girîngiya pêşerojê pêwîst e li ser felsefeya zagonan bi xwe were rawestandin. Gelo sazkarên zagonê, jinan û mêran di yek navenda zagonî de dibîne an parastina jinan pêwsit dike?”
Azza Solîman bal kişand li ser nakokiyên mezin ên zagona 1920’an de hatiye nivîsandin, her wiha destnîşan kir ku di zagonan de hişmendiya mêr diteyise û wiha got: “Nakokiyên mezin der barê feraseta sazkarê zagonê ya sala 1920’an de heye, lewma nêrîna sazkerê zagonê ji jinan re berî madeyên zagonê ne. Her wiha dibêjin dibe ku nêrîna komîteyê li ser guncavbûna hevjînan ji bo hev an na şert be, ev jî dê nakokiyekê çêke û civakê ber bi fikra dewleta totalîter ve dibe. Pêwîstiya gelek bi pergalek esasî heye ji bo zagonek baş û mafên sivîlan misoger be.”
Zagon rûyê civakê ya ber modernîteyê ve nîşan dide
Nivîskar û lêkolînera civaknasî Dr. Fayrouz Karawya jî dibeje ku zagon di naskirina civakê ya ber bi modernîteyê ve weke makezagonê ye û wiha got: “Bikaranîna zarokan û zêdekirina hin pirsgirêka jinan bi rêya mal û milk tenê hewldanek e. Ji bo rûbirûbûna krîza wê ya rastîn, ku bi zewacê re dest pê dike berpirsyartiya wê jê dibe.”
‘Ji bo biryarsazan hişmendî girîng e’
Parlementer Neshwa El-Deeb jî wiha got: “Banga tu nîqaşên girêdayî pêşnûmeya zagona hikumetê ji wan re nehatiye, ew ê li gel pêşnûmeya zagona ku saziya dozên jinên Misrî pêşkêşkirî di perlemanê de bên nîqaşkirin. Li gor naveroka hatî ragihandin ew ne gelekî cuda ye, lê ya girîng naverok e ne aliyê amadekar e. Ji bo biryarsazan hişmendî girîng e, rewşa niha kar li ser gihandina agahiyan ji bo sivîlan pêwîst dike, naskirina naverokê girîngtir e.”
‘Dadgehên malbatê bi krîz û binpêkirinên mafê jinan tijî ye’
Rêvebera bernameya pêşveçûna civakî ya di saziya dozên jinên Misrî de Magda Soliman tekez kir ku zagonên malbatê ji bo her mal û kesan e û wiha got: “Di demên dawiyê de civak bi gelek krîzan re rû bi rû ye. Divê zagona niha bê guhertin. Bandora drama Misrê di nîqaşkirina pirsgrêkên heyî de mezin e. Gelek dozên girêdayî nefeqe an hevberdan û tundiya dijî jinan tê saziya dozên jina Misrê. Carnan zarok jî tên revandin, dema jin biryarê jî dide nikare bicih bîne, jin ji bo îsbatkirina mafên xwe û bidestixistina wan gelek zehmetiyan dikşîne. Der barê kirîza aborî de jî zewac bi xwe barekî mezin e, zagona sindoqa malbatê hişt gelek kes lez bikin bizewcin berî ew biryar bê bicih anîn. Lewma divê zagon were guhertin, ji ber ku ew ê bandorê li ser jiyana pişt zewacê bike û rê zewaca urfî bê belge ku nayê îsbatkirin vedike.”