Çalakvanên jin li Idlibê di bin navê ‘xwekuştinê’ de tên qetilkirin

Çalakvana bi navê Selwa El-Ibêd li ser êrişên li dijî jinan bang kir ku divê rê û rêbazên zagonî yên pêwîst ji kedkar û çalakvanên jin re hebin jiyana wan a ku di bin xeterê de ye bi zagonan were parastin.

HEDÎL El-OMER

Idlib- Gelek çalakvanên jin li Bakurê Sûriyeyê her dem rastî gefan tên. Ji bo jin çalakiyên xwe yên sivîl pêk neynin û wan mecbûr bikin ji rêveberiyan îstîfa bikin, çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam jinan digrin û wan qetil dikin. Bi van kiryaran hewl didin wan ji çalakiyên civakî dûr bixin û qadan tenê ji bo mêran bihêlin.

Çalakvana feminîst a Sûriyeyê Hîba Hac Arif, di 27'ê Sibata Îsal de li bajarokê Bezaa ê li gundewarên Bakurê Helebê ku di bin kontrola hikûmeta Şamê de ye di mala xwe de qetlkiri hat dîtin.

Hîba Hac Arif çalakvaneke femînîst bû, endama Tora Jinên Sûriyeyê bû, her wiha dayika 2 zarokan bû û rêvebera beşa zarokên keç ya li dibistana Xitwe Cedîde bû.

‘Ji ber gefa qetilkirinê dest ji karê xwe berdabû’

Hevala Hîba, Rewan El-Hemdan a 35 salî got ku Hîba Arif beriya jiyana xwe ji dest bide, rastî gefa kuştinê hatiye, vê yekê jî hişt ku ji karê xwe îstîfa bike. Da zanîn ku wê biryar dabû gefên lê hatibûn xwarin ji dezgehên çapemeniyê re ragihîne lê beriya vê yekê bike hat qetilkirin.

Her wiha got ku bi awayê bidarvekirî li mala xwe hatiye dîtin, di rapora Tiba Edlî ya ku hatibû veşartin de hat diyarkirin ku darvekirin, piştî xeniqandina Hîba Arif pêk hatiye, ji bo weke bûyera xwekuştinê xuya bike. Tevî wê jî aliyên têkildar ragihandin ku ew ê dest bi lêpirsîna xwekuştinê bikin.

‘Îdiayên întiharê ne rast in’

Her wiha got ku di encama lêpirsînan de hatiye gotin ku Hîba Hac Arif xwe kuştiye lê ev ne rast e û tenê hewldaneke ji bo veşartina rastiyê ye û teqez kir ku hevala wê di rewşeke normal de bû ne pêkan e ku xwe kuştibe.

Rewan El-Hemdan destnîşan kir ku kiryarên qetilkirinê û talankirin li piraniya herêmên di bin kontrola çeteyên 'Heyet Tehrîr El-Şam' de dubare dibin, ji ber ew herêm di rewşeke bêewlehî ya xirab de ye ku ev yek bandorê li hemû aliyan û bi taybetî li jinan dike.

‘Di girtîgehê de rastî îşkenceyên gelek xirab hatim her du lingên min şikestin’

Sundis El-Bekûr a 40 salî jî çîroka girtina xwe ya ji aliyê çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam ve got.  Ji ber ku di rêxistineke civaka sivîl ragihandinê dikir rastî zextan hatiye wiha dibêje: "Êrîş li dijî cihê rêxistinê çêbû, ez û hevjînê xwe bi tuhmeta sîxurbûnê hatin girtin. Ez di girtîgehê de rastî awayên îşkenceyê yên herî xirab hatim. Di encam de herdu lingên min şikestin û werimîn."

Bi çend girtiyên din re ji girtîgehê reviya

Her wiha destnîşan kir ku rewşa wê ya tenduristî û derûnî di girtîgehê de gelekî xirab bûye. Sundis El-Bekûr da zanîn ku piştî çend salan di girtîgehê de maye, di dema bombebarana balafirên şer ên Rûsyayê li dijî girtîgeha çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam, bi çend girtiyên din re ji girtîgehê reviyaye.

Sundis El-Bekûr diyar kir ku ew ji wê demê ve li Bakurê Sûriyeyê bi malbata xwe re ji cihekî diçin cihekî din, da zanîn ku nema dikare vegere karê xwe yê ragihandinê ji ber ditirse were hedefgirtin û qetilkirin.