Çalakiyên 'Îna bi xwîn’ bi pêşengiya jinên Belûc didomin

Li Zahîdanê çalakiyên 'Îna bi xwîn' duh jî bi pêşengiya jinên Belûcî hat lidarxistin. Di çalakiyê de gel diyar kir ku ew ê bi têkoşîna xwe ya hevpar dewleta Îranê hilweşînin.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê serhildana gel meha xwe ya 4’emîn li paş hişt, gelê li navenda parêzgeha Sîstan û Belûcistanê, li Zahidanê duh piştî nimêja înê derketin kolanan, li dijî hikûmetê dirûşm berz kirin û kesên di dîroka 30’ê Îlonê de komkujiya ku weke 'Îna bixwîn' tê binavkirin jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn.

Dema jinên Belûcî pêşengiya protestoyan kirin, pankarta “Ji roja ku ciwanên Belûcî û Kurd rabûne serhildanê ve ditirsin” hatin hilgirtin. Girseyê gelek caran dirûşmên "Bimre Hamaney”, "Ji monarşiyê re na, ji demokrasî û wekheviyê re erê", "Bila darvekirin bên rawestandin" berz kirin û diyar kirin ku heta Komara Îslamî ya Îranê bê hilweşandin dê li kolanan bin.