Yekîtiya Jinên Suryan 5’emîn kongreya xwe li dar xist

Bi dirûşmeya “Jin ji bo jiyaneke demokratîk û azad hêza guhertinê ye” 5’emîn Kongreya Yekîtiya Jinên Suryan a Sûriyê li bajarê Qamişlo bi amadebûna 250 delegeyan hat lidarxistin.

Qamişlo – Yekîtiya Jinên Suryan di sala 2005’an de hate avakirin û yekemîn kongreya wê di sala 2013’an de bi destpêkirina şoreşa Sûriyê û Rojava re li ser esas û armancên ji bo pêşxistin û perwerdekirina jinên Suryanî bi taybetî hate lidarxistin.  

Îro li bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 5’emîn Kongreya Yekîtiya Jinên Suryan a Sûriyê di bin dirûşmeya “Jin ji bo jiyaneke demokratîk û azad hêza guhertinê ye” hate lidarxistin. 250 endamên Yekitiya Jinên Suryan, berdevaka Kongra Star Rîhan Loqo, endamên Koordînasyona Jinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di kongreyê de amade bûn.

‘Jin di avakirina pergala demokratîk de gavên girîng avêtin’

Berpirsa Yekitiya Jinên Suryan a Sûriyeyê Îlham Metlî axivî û diyar kir ku ruxmî zehmetî û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê jinan bi rêya avakirina pergaleke demokratîk gavên girîng avêtine. Îlham Metlî got: "Jinên Suryan bi jinên ji pêkhateyên din ên herêmê re dixebtin da ku gavên pêşketîtir biavêjin." Îlham Metlî banga domandina têkoşînê û parastina destkeftiyan li tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Necal Temo jî anî ziman ku lidarxistina kongreya 5’an a Yekitiya Jinên Suryan di rewşeke zehmet û li gel êrişên dewleta Tirk, berxwedan û têkoşîna jinan nîşan dide.

‘Jin di bin sîwana Rêveberiya Xweser de xwedî mafê derbirînê ne’

Berpirsa giştî ya Beth Nehrênê Inxîdwanayê jî bi rêya qeydeke deng ji bo kongreyê şand. Inxîdwana destnîşan kir ku jin di bin sîwana Rêveberiya Xweser de xwedî mafê derbirînê ne û nûnertiya jinan û tevahî gelên xwe dikin.

Piştre sînevîzyonek li ser dîroka jinên Suryan û xebatên Yekitiya Jinên Suryan hat pêşandan. Piştre dîwana kongreyê hat hilbijartin û kongre ji ragihandinê re girtî berdewam kir. Di kongreyê de rêziknameya yekitiyê hat nîqaşkirin, rapora 2 salan a xebatên yekitiyê hat xwendin û nîqaş li ser wê hat meşandin. Piştre dê berpirsa nû ya yekitiyê were hilbijartin. Corcêt Bersûm ji bo serokatiya Yekîtiya Jinên Suryan a Sûriyê hat hilbijartin.

‘Ji bo jinên Suryan gavekê girîng e’

Endama Yekîtiya Jinên Suryanî a Sûriyê Sebah Şabo da zanîn ku ew ji bo guhertinên erênî û pêşxistina jinan taybet a Suryanî xebat dikin û wiha pê de çû: “Me di dirûşmeya xwe de jî daye diyarkirin ku em li guhertinê digerin, weke tê zanîn ev rewşa ku em tê re derbas dibin gelek guhrtinan bi xwe re tîne. Pêwîste em jî helwestên xwe pêş bixin û nû bikin ji bo ku em jin mafên xwe bistînin. Di heman demê de ji bo bidestxistina mafên gelên me li ser vê erdnîgariyê.”

Sebah Şabo destnîşan kir ku ev konferans dê bibe gavek ji bo pêşxistina rola jinên Suryan û wiha dewam kir: “Me gelek xebat dan meşandin di van herdu salan de taybet di aliyê hebûna pratîkî bi çalakî û semîneran çi bi çalakiyên niştîmanî û çi jî li kêlek Rêveberiya Xweser bi jinên hemû pêkhateyan re. Em hêvîdar in ku ev encam ji bo zêdetir pêşkeftin, rêxistinbûn û bihêzkirina jinan bibe alîkar Her wiha bi daxwaza maf û wekheviya xwe rola xwe ya bi bandor li ser erdê nîşan bide. Armanca me ne tenê wekheviya bi mêr re ye, belê em wekheviya maf dixwazin.”

‘Jinên Suryan azadiya tevahî jinan dixwazin’

Sebah Şabo bal kişand li ser têkoşîna jinên Suryan û piştgiriya wan ji bo jinên hemû pêkhateyan û wiha bi dawî kir: “Wek tê zanîn jinên Suryan û gelê Suryan bi giştî rastî şer, komkujî û çewsandinên mezin hatine. Tevî vê yekê jinan karîbûn li ber xwe bidin û rola xwe ji nû ve bi rêxistin bikin. Em hemû jinên cîhanê û di serî de rêxistin û tevgerên jinan silav dikin. Jin  jin e her çiqas nasname, netewe, ol, baweriya wê cuda be û ji çi pêkhateyê be û em destnîşan dikin ku tişta ku jin pê re rû bi rû bimîne, em vê yekê wekî nerazîbûna li hemberî xwe û hebûna xwe dibînin.”