16 kes ji ber bikaranîna medyaya dijîtal hatin girtin
Bi pêla girtinê ya xwepêşanderan ji aliyê hikumeta Îranê ve, li eyaleta Xoresana Rezawî 16 kesên ku medyaya dijîtal bi kartînin hatin girtin.

Navenda Nûçeyan – Hikumeta Îranê ji bo pêşî li serhildana gel bigre lez daye girtin, darvekirin û cezayê giran. Li gorî nuçeya ku ji aliyê Mudiryeta istixbarata ya gişti Xoresana Rezawî hatî weşandin, 16 çalakvanên bi karanîna medyaya dijîtal hatine girtin.
Yên ku hatine girtin bi îdayên ‘Xirab bikaranîna medyaya dijîtal’, ‘Li beramberî hikumetê belavkirina nuçeyên derev’, ‘Serlêdana tundîtûjiyê’, ‘Zerer dayîna aramiya civakê’ û ‘Zirar dayîna malên civakê’ tên sucbarkirin.