15 girtiyên jin ên Îranî dawî li çalakiya greva birçîbûnê anîn

15 girtiyên jin yên li Girtîgeha Kachuî ya Karajê, ji bo şermezarkirina ne eleqedernebûna dozên xwe û nebûna mudaxaleyên tibî tevli greva birçîbûnê bûbûn, dawî li çalakiya xwe anîn.

Navenda Nûçeyan – Duh 9’ê Çileyê 15 jinên girtî yên li Girtîgeha Kachuî ya Karajê roja 2’ê Çileyê ji bo şermezarkirina ne eleqedernebûna dozên xwe û nebûna mudaxaleyên tibî tevli greva birçîbûnê bûbûn, piştî 7 rojan dawî li çalakiya xwe anîn.

Her wiha piştî çalakiya rûniştina ya malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Kachui, roja Duşemê bi amadebûna berpirsên girtîgehê karîbûn 5 deqeyan bi awayekî şexsî bi malbatên xwe re hevdîtin pêkbînin.

Girtiyên jin di bin şert û mercên giran de ne

Malbatên girtiyan diyar kirin ku girtiyên jin piştî çalakiya birçîbûnê ji ber şert û mercên giran ên girtîgehê di warê tendirûstî de rewşa wan ne baş e, binçavkirinê demên dirêj û ne eleqederbûna dozên wan gelek zehmetî jiyankirin e.

Armîta Abbasî, Fatemeh Nazarînejad, Elham Modarresî, Fatemeh Mosleh Heidarzadeh, Nîlofer Shakerî, Marzieh Mîrghasemî, Shahrzad Derakhshan, Fatemeh Jamalpoûr, Hamîdeh Zareî, Nîlofer Kordonî, Somayeh Masoûmî, Fatemeh Harbî, Anîsa Mousavî, Jasmîne Haj Mirzamohammadî û Madheh Sohrabî di nava kesên çalakvanan de cih digrin.