12 bajaran deng dan çalakiya Dayikên Şemiyê

Şaxa ÎHD’a Amedê jî di çalakiya hefteya 798’emîn de aqubeta Îkram û Servet Îpek û Seyîtxan Yolur pirsîn. Li aliyê de bi boneya hefteya 1000’an a çalakiya Dayîkên Şemiyê li 12 bajaran daxuyaniyên hevpar hatin dayîn.

Navenda Nûçeyan – Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’a Amedê di hefteya 798’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê li hev kom bûni bi rakirina wêneyên windayan, li aqûbeta windayan pirsîn.

Serokê ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz di çalakiyê de axivî û çalakiya hefteya 1000’emîn a Dayikên Şemiyê bi bîr xist û wiha got: “Dayikên Şemiyê 1000 hefte ne bi binçavkirin û îşkenceyê re rû bi rû ne lê ya girîng ew e; her der ji bo me Qada Galatasarayê ye, her der Koşuyolu ye, her der Cadeya Gulistanê ye… Em ê her dem li windayên xwe bipirsin û bigerin.” Piştî axaftina Ercan Yilmaz. Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz metna daxuyaniya hevpar a bi boneya hefteya 1000’an a çalakiya Dayikên Şemiyê hatibû amadekirin xwend.

 ‘Em ê bîra xwe her dem zindî bihêlin û tu carî ji bîr nekin’

Firat Akdenîz diyar kir ku tenê li pey windayan nav û wêneyên wan mane û wiha got: “Ev kevneşopî ji nifşan ber bi nifşan ve wê berdewam bike. Her çavê ku li Qada Galatasaray mêze dike şahid e. Her kevirê wê qadê, şerma mezin a dewletê û berxwedana Dayikên Şemiyê dibîne! Di hefeta xwe ya 1000’an de bi heman daxwazê em derdikevin pêşberî gel, em windayên xwe dixwazin. Em naxwazin qurnefîlên xwe daynin Galatasarayê, em dixwazin daynin ser gora hezkiriyên xwe. Em dixwazin şopek wan, cihekî wan li ser xaka ku lê ji dayik bûne û lê jiyane hebe. Di hefteya xwe ya 1000’an de em careke din îlan dikin; heta hezkiriyên me neyên dîtin em ê dest ji lêgerîna xwe bernedin, bîra xwe her dem zindî bihêlin.”

Li aqubeta Îkram û Servet Îpek û Seyîtxan Yolur pirsîn

Piştî daxuyaniyê vê hefteyê li aqubeta Îkram û Servet Îpek û Seyîtxan Yolur ên li gundikê Gomek ê girêdayî Pasura Amedê di 18’ê Gulana 1994’an de di operasyona ku ji aliyê cerdevanên gund û leşkeran ve hatibûn binçavkirin pirsîn. Endama Komîsyonê Berfîn Elçî jî metna serpêhatiya windakirina sê bêgoran xwend û ev tişt got: “Leşkerên girêdayî Tugaya Boluyê, li herêmê operasyon kirin, me yekîneyên leşkerên ku Seyîtxan, Servet û Îkram binçav kirin tesbît kir. Hemû hewldanên me bêencam man. Fermandariya Giştî ya Leşkeran jî di nav de gelek hewldanên me çêbûn lê belê me encam negirt, piştî wê rojê me ji Îkram Îpek, Servet Îpek û Seyîtxan Yolur tu xeberek negirt.”

Daxiyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Li 11 bajaran daxuyanî hat dayîn

Li aliyê din bi boneya çalakiya hefteya 1000’an a Dayik-Mirovên Şemiyê ÎHD’ê li şaxên xwe yên Dîlok, Şirnex, Semsûr, Sêrt, Dêrsim, Wan, Colemêrg, Hatay, Adana, Mersîn û Îzmîrê bi beşdariya xizmên windayan daxuyaniya çapemeniyê da. Di çalakiyên ku daxuyaniyên havpar hatin dayîn de peyama: “Heta em hezkiriyên xwe nebînin em ê dest ji lêgerîna wan bernedin û bîra xwe her dem zindî bihêlin, tu carî ji bîr nekin” hat dayîn.