11 mamosteyên ku hatibûn binçavkirin hatin berdan

11 mamosteyên ji bo daxwazên xwe ragihînin çûbûn pêşiya Wezareta Perwerdeyê û bi lêdanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.

Navenda Nûçeyan- Mamosteyên ku xwestin daxwazên xwe yên têkildarî Qanûna Pîşeya Mamostehiyê li meclisê tê sererastkirin, bînin ziman li pêşiya Wezareta Perwerdeyê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de rastî êrişa polîsan hatin û 11 mamoste bi lêdanê hatin binçavkirin. Her 11 mamoste jî hatin berdan.

Mamosteyên ku endamên Sendîkaya Mamosteyên Sektora Taybet) bûn, bi gelek daxwazan 5 roj berê, li pêşiya meclisê çalakî dan destpêkrin. Mamosteyan duh jî ji bo van daxwazên xwe ji Wezîrê Perwerdeyê Yûsûf Tekîn re bînin ziman, çûn wezaretê. Dema daxwaza wan a hevdîtinê hat redkirin, çalakiya rûniştinê li dar xistin. Polîsan jî êrişî mamosteyan kir û bi lêdanê binçav kirin. Serokê Giştî yê Egîtîm Senê Kemal Irmak û Sekretera Jinan a Navendê Sîmge Yardim ên ji bo piştgiriyê hatibûn jî di nav de 11 kes hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê. Mamoste, piştî îfadeyan, şevê din hatin berdan.

Her wiha çalakiya mamosteyan a li pêşiya Parka Meclisê hatiye destpêkirin jî didome.