Strana Rojê: Ahura û Praksis/ “Baraye Azadî”

Strana “Baraye Azadî” ku bi zimanê Kurdî û Tirkî ji aliyê koma muzîkê Ahura û Praksis ve hat gotin li ser serhildana li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ye.

Navenda Nûçeyan – Serhildanên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê ‘polîsên exlaq’ ên rejîma Îranî ve hat destpêkirin hê jî berdewam dike. Bajarên welat veguherîne cihên agir û li qadan dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî’ bilind dibin. 

Piştî Jîna Emîn li seranserê cîhanê gelek muzîsyenan hem ji bo Jîna Emînî hem jî ji bo piştgiriya dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ berhemên nû derxistin.

Bû sirûda jinan

Muzîsyena Îranî Shervin Hajipoor strana bi navê “Beraye Azadî” ku der barê Jîna û têkoşîna jinan de derxist. Strana Beraye Azadî weke sirûd hatiye amadekirin, koma muzîkê Ahura û Praksis vê carê li Îzmirê xebatên xwe yên muzîkê berdewam kirin.

Ji Tirkiyeyê silav

Koma Ahura û Praksis strana ku li ser têkoşîna li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ye bi Kurdî û Tirkî careke din qeyd kirin û di heman demê de klîba wê weşandin. Koma muzîkê ku bi sê zimanan daxuyanî parve da diyar kir ku li wan ji bo serhildanên li Îranê bi pêşengiya jinan dest pê kirine ji Tirkiyeyê silavek bi muzîk şandine.

Gotinên Strana Beraye Azadi bi Kurdî wiha ye:

“Xwişkên wan dengê wan

dibihîsin û mil didin serhildana wan

Ev stran jin e

ev stran jiyan e

ev stran azadî ye

Beraya Azadî”