Sembola berxwedana jinên Filistînî: Fatima Bernawî

Fatima Bernawî ji bo jinan bi qasî destkeftiyên bê hempa ên bidestxist ji bo jinên Filistînî mîrateyek mezin a têkoşînê jî li pey xwe hişt.

Nagham Karajeh

Xeza - Şoreşgera Filistînî Fatima Bernawî, yekemîn jin a fedayî ye ku ji bo  têkoşîna azadiya jinên Filistînî canê xwe feda kir. Fatima Bernawî ya bi wêrekî, hêz û hezkirina xe ya li hemberî welatê xwe hat nasîn, ji bo jinan bi qasî destkeftiyên bê hempa ên bidestxist ji bo jinên Filistînî mîrateyek mezin a têkoşînê jî li pey xwe hişt.

Fatima Bernawî di sala 1939’an de li bajarê Qudisê ji dayîk bû û di 9 saliya xwe de tevî malbata xwe ji Qudisê koçberî kampa penaberan li Urdinê bajarê Amanê bû. Lê di sala 1960’an de bi tenê vedigeriya bajarê xwe Qudis û di nava Afrîkanan de dijî. Piştî karê xwe ya di nava têkoşîna şoreşê de, ji ber zextên Îsraîlê yên li ser wê neçar ma berê xwe bide Libnanê. Di sala 1994’an de piştî ku peymana Oslo hate îmze kirin, hat Xeza û polîsa jinan damezirand.

Tevlî tevgera berxwedaniyê bû

Ew yekemîn girtiya şoreşa Filistînî nûjin bû ku ji aliyê Îsraîlê ve hat girtin û di girtîgehan de ma, piştre di operasyona bombekirina sînema Sihyûn li Israîl ya Cotmeha 1967’an de pêkanî, hat binçakirin û tevî birayê xwe biçûk Îhsan Bernawî der barê wan de biryara girtîgehê ya heta dawiya jiyana wan hate birîn. Fatima Bernawî 10 salan di girtîgehê de ma û di sala 1979’an de piştî lihevkirina berdana girtiyan hat berdan. Ew tevî jinên şoreşger weke Leyla Xalid, Ayşe Awad û Resmiye Ûdê tevlî tevgera berxwedaniyê bû.

Ji bo jinên girtî têkoşîn meşand

Di nava tevgerên rêxistinî û siyasî de cihên payebilind girtin û di sala 1989’an de bû endama herdu meclisên şoreşgerî û şêwrê yên tevgera Fetih û encûmena niştimanî ya girêdayî rêxistina rizgariya Filistînê. Her wiha di sala 1994’an de bû seroka yekemîn ya navenda ewlekariya jinan. Fatima Bernawî gelek bi xebatên jinên di girtîgehan de û dîlên azadkirî meşand û di xwest êş û mijarên dibe fêmkirin û mafên wan ya jiyaneke bi rûmet xwest. Her wiha Fatimayê beşek ji mûçeya xwe ji bo xizmeta perwerdekirina wan jinan xerc dikir û beşa din jî ji bo malbatên feqîr û xizan dişand.

‘Di dîroka xebat û têkoşîna jina Filistînî de semboleke jinan’

Yek ji şagirtên wê çalakvana civaknasî Hena Mogmas wiha dibêje: “Ez û rêhevalên xwe li ser navê têkoşer Fatima Bernawî perwerde bûn û mezin bûn, ew di dîroka xebat û têkoşîna jina Filistînî de semboleke jinan û wateya canfedayê ye. Min bawer nedikir ez ê li gel wê bicivim, lê şahiyên niştimanî derfeta hevdîtina me li Tunisê û Xezayê vekir. Her wiha Fatima Barnamî rojek me vexwend serdana mala xwe.”

Hena Mogmas bi gotinan axaftina xwe didomîne: “Dema hevalên me diçûn serdana wê dikirin, ezmûna xwe têkoşînê vedigot û hêvî û hêza berdewamkirina têkoşînê dida me. Dema ew di rêveberiya polîsên jina Filistînî de kar dikir, min hêvî dikir ez xwedî şans bim ku perwerdeya xwe bi destê wê bibînim. Fatima Bernawî nimûneya serdeman e, nimûneya jina şoreşgerî têkoşer e.”

‘Beriya rêveber be, dayîk, xwişk, têkoşer û heval bû’

Berpirsa Navenda Çandê ya balyozxaneya Filistînî ya li Tunisê Ruqeya Al-Alî wiha dibêje: “Min di sala 1988’an de di nava şandeya ji bo amadebûna vekirina kongra jinên Îraqî de Fatima Bernawî dît, em li bajarê Bexdayê di odeyekê de bi hev re diman. Ew beriya rêveber be, dayîk, xwişk, heval û têkoşer bû. Dema min bi wê re behsa bûyer, pirsgirêk û qeyranên aborî yên jinan dikir yek ser alîkariya wan jinan dikir. Derbarê mijarê de pêşniyaran dikir an jî ji bo jinên xizan alîkariya pere dida. Ez gelek ji Fatima Bernawî hezdikim, ew dema jiyan dikir û piştî jiyana xwe ji dest da jî gelekî mezin bû.”

Fatima Bernawî di 3’ê Mijdara 2022’yan de ji ber nexweşiya xwe ya ku 3 salan pê re têkoşiya li Misirê li nexweşxaneya Filistînê li bajarê Qahîra jiyana xwe ji dest da. Li gorî wesiyeta wê, di 6’ê Mijdarê de cenazêya wê gihêşt Filistînê û bi merasîmeke girse û bi amadebûna kesayetên siyasî yên mezin spartin bin axê. Ji bo keda wê mezin di têkoşîna şoreşgerî de, balyozxanê li Xezayê merasîma sersaxiya wê li dar xist.