Ji jinan kooperatîfên aboriya komînal

Li navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişloyê 6 kooperatîfên aboriya jin ên çandinî û nanpêjiyê hatine pêşxistin. Di nav de 46 jin berhemên keda xwe qezenc dikin û pêdiviyên civakê pêk tînin.

ROJ HOZAN

Qamişlo – Li navçeya Tirbespiyê a Kantona Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aboriya jin a ku ji sala 2015’an dest bi xebatên xwe kiriye ji jinên navçeyê re kooperetîfên çandî û nanpêjiyê pêş xistiye. Di nav van kooperatîfan de 46 jin cih digrin. Berhemdayina van kooperatîfan li van jinan vedigere her wiha pêwîstiyên navçeyê di wî warî de tên bicih anîn. Têkildarî xebatên kooperetîfên jinên navçeya Tirbespiyê em çûn serdana jinên di nav kooperatîfan de cih digrin.

Veguhertinên di jiyanê de çêdibin dibin sedem ku mirov li axê vegere

Endama Rêveberiya aboriya jin a navçeya Tirbespiyê Xedîca Mihemed li ser girîngiya beşdarbûna jinan a qada aboriyê wiha got: “Guhertin û veguhertinên ku di jiyanê de çêdibin dibin sedem ku mirov li xweza û axê vegere. Her çiqas mirov destdirêjiyê li xwezayê bikin jî parêzvanên civaka xwezayî jin li beşberî rewşên qeyranê rola xwe dilîzin. Di herêma me de jî rewşeke wisa heye ji guhertina hewayê em bigrin dest heta êrîşên ku li ser mirov û xwezayê tên kirin, rewşeke xerab heye û pêwîst bû bi rengekî lezgîn mudaxele bê kirin. Berhemdayîna jinan di qada aboriyê de dikaribû heya asteke bilind hin pirsgirêkan derbas bike, derfetên kar ji jinan re peyde bike û pêwîstiyên civakê ji berhemên wan pêk bîne. Weke aboriya jin me xwest em vê yekê bikin, rola herî girîng bidin jinan û beşdarbûna wan di qada aboriyê de mayinde bikin.”   

Kooperatîfên aboriya jin ên çandiniyê

Xedîca Mihemed behsa kooperatîfên çandiniyê yên ku aboriya jin li Tirbespiyê pêş xistine kir û wiha domand: “Kooperatîfên aboriya jin li Tirbespiyê, 3 jê kooperatîfên çandiniyê û 3 yên nanpêjiyê pêk tên. Kooperatîfên çandiniyê yek jê li gundê Dugirê yê girêdayî Tirbespiyê ye tê de tovê 100 donim genim û kizbera avî hatiye çandin. Her wiha li kêleka wê jî tovê 50 donim şînahî weke xas, pîvaz, sîr, fûl hatine çandin. Ev şînahî beşek jê me rakiriye li bazarê firotiye û beşek din jî hîn dema wê ya berhevkirinê nehatiye. Li aliyê din me tovê 30 donim erd ji bo zebzeyên havînê weke bacanên sor, ên reş, dolme, xeyar, îsot, kundir, şebeş veqetandiye û me hin ji wan şitlên wê xistin erdê. Baldariya li vê kooperatîfê em li gorî pîvanên çandiniyê avdana wê, paqijkirin û semadkirina wê pêk tînin û encamên pir baş me jê girtine. Kooperetîfa çandiniyê ya li gundê Elî Bedran tê de 18 jin cih digrin û tovê 740 donim erd e. Ji bo çandina genim 440 donim hatiye veqetandin, 60 donim jî ji bo kizberan hatiye çandin, ev kooperatîf jin bi xwe rêveberiya wê dikin û berhemên wê dişopînin. Kooperatîfa me ya dawiyê jî li gundê Til Merûf hatiye çandin û ew jî piranî genim e. Mebesta me ji van kooperatîfan ew e em nirxên berhemdayîna jinan û axê biparêzin.”

Kooperatîfên nanpêjiyê

Xedîca Mihemed bal kişand ser kooperatîfên nanpêjiyê yên ku di navçeyê û derdora wê de hatine pêşxistin û wiha gotinên xwe domand: “Ji bilî kooperatîfên me yên çandiniyê me kooperatîfên nanpêjiyê pêş xistine. Ev kooberatîf ji 3 beşan pêk tê û di her yekê de 4 jin tê de cih digrin. Kooperatîfa me yek jê di navçeya Tirbespiyê bi xwe de ye. Dêde nanê sêlê taybet tê çêkirin û firotin. Kooperatîfa din firina gundê Hilwa ye, ev tenê nanê qalind çêdike. Her wiha firna gundê Til Merûf ew jî nanê sêlê tê de tê çêkirin. Berhemên van kooperatîfan tenê ji sedî 20 vedigere ji aboriya jin û ji sedî 80 ji jinan re ye. Pêwîstiyên wê ji ard û mazotê em hemûyan pêşkêş dikin. Hemû jin ji berhemdayinên xwe pêwîstiyên xwe digrin. Em ji bo hemû jinan dibêjin ku bila ji hêza xwe bawer bin, bawerî nîvê serkeftinê ye û partîkbûna vê baweriyê serkeftineke mezin misoger dike.”

‘Ez qîmeta keda xwe hîn bûm’

Karmenda bi navê Laha Alî ku di kooperatîfa nanpêjiyê de cih digre li ser beşdarbûna xwe ya xebatan wiha nêrîna xwe anî ziman: “Beşdarbûna min a kooperatîfên aboriya jin derfetek girîng bû ku ez qîmetê keda xwe bizanibim. Berî niha jî me ji malê re ev karên wiha dikirin lê ewqas me hîs nedikir ku em xwedî hebûn in di başkirina aboriya civakî de. Alîkariya me jinan di vê firinê de pir baş e û civak jî ji karê me razî ye. Ez bi hêvî me hemû jin wê hêz û berhemdayîna xwe bikin xizmeta hemû mirovan, wê demê em dikarin weke jin pêşengiya xwe bi hemû civakê bidin naskirin.”