Duha Ebo El-Ros bi çêkirina findan jiyanê rengîn dike

Duha Ebo El-Ros hem beşa endezyariyê dixwîne hem jî ji ber daxwaz û aliyê xwe yê kêrhatî, sûdê ji dema xwe dibîne û bi çêkirina findan dema xwe xweş û dagirtî derbas dike.

NAGHAM KARAJEH

Xeza- Duha Ebo El-Ros a 23 salî, li ser maseyek biçûk tijî findên cihêreng ên xwedî bêhnên cuda kar dike. Ew bi wê yekê di warê darayî de azad e û dema xwe bi sûd derbas dike.

Fikra vî karê bi tesadufî jê re çêbû. Dema ku malperên îneternetê dişopand vîdyoyek li ser çêkirina findan dît û jê hez kir. Piştre biryar da findekî taqî bike ne bi armanca darayî bû, tê de bi ser ket û rastî kêfxweşiya malbat û hevalên wê hat û jê re pêşniyar kirin ku dikanek ji bo çêkirina findan veke û firotina berheman li ser torên civakî bike.

Wê di sala 2020’an de dikana xwe bi navê “Findên Duha” vekir û berhemên xwe tê de çêkir û bi awayekî balkêş xemiland. Her wiha bihayê findan jî li gorî rewşa aborî ya niha baş e.

Li kêleka xwendinê dahatiyek baş ji bo pêdiviyên xwe pêk tîne

Duha Ebo El-Ros der barê mekanîzmaya çêkirina findan de wiha dibêje: “Destpêkê em qaliban dişkînin û dixin nava avê didin ser agir. Di qonaxa duyem de jî madeyên xam tên helandin. Piştre reng û bêhnê lê zêde dikin û digihîjin qonaxa dawî ku madeyan dixin qalibên pêwîst. Li gorî daxwaza zibonan, pêwîst e baş qaliban tijte bikin ji bo valahî û şikandin çênebin.”

Duha Ebo El-Ros diyar dike ku jinên ciwan di karên ji derveyî beşa ku xwendine de dixebitin. Ji bo armancên xwe û dahateke baş ji pêdiviyên xwe yên bingehîn re pêk bînin û wiha gotinên xwe didomîne: “Min dest bi kar kir, ez hê jî dixwînim ango hem karê xwe dikim hem jî xwendina xwe ya zanîngehê didomînim. Tu sedem û astengî li pêş xwendekaran nîn e, dema bixwazin di heman demê de dikarin kar jî bikin. Ne pirsgirêk e em di warekî din de dûrî pisporiya xwe afrîner bin. Ez hem beşa endezyariyê didomînim hem jî di vî warî de dixebitim.”

‘Jin çavkaniya berhem afrînerî û hûrguliyên estetîk in’

Duha Ebo El-Ros piştgiriyê dide keçên xwendekar ên dixwazin bixebitin, ji ber ku kar kesayeta keçan derdixe pêş û baweriya wan, xurtir dike. Her wiha jêderek dahatê ya baş ji wan re tîne di demên vala de û karîn û kêrhatiyên wan bi pêş dixe. Duha Ebo El-Ros wiha qala xebata xwe dike: “Jin jêdera berhem, afrînerî û hûrguliyên estetîkê ne, ji ber ku wan dikaribû mohra xwe li hemû waran bidin. Ez ji huner û pîşeyên destan hez dikim, min projeyek seramîk jî vekiriye, di nav de pêşengeha Meraya Filistîniyê heye. Di sala 2019’an de beşdarî gelek pêşangehan bûm. Ew pêşangeh rastî razîbûn û piştgiriyek mezin hat. Lewma min hêz jê girt û dikanek ji bo wênesaziyê û plandanînê vekir lê zêde nedomiya ket riyek din ew jî pîşeya findan e.”

‘Gelek astengî derketin pêşiya min lê min guh neda’

Duha Ebo El-Ros di dawiya axaftina xwe de dibêje ku ji ber ew jineke ciwan e û di karê şêwekariyê û seramîk de kar dike rastî gelek rexneyan û gotinên ne baş hatiye lê wê guh nedayê û rê û karê xwe temam kiriye û wiha pêde çû:“Mijar ne hêsan bû, ez rastî gelek astengiyan di projeyê de hatim, di serî de bihabûna madeyên xam û nebûna gelek madeyan li Xezayê lewma ew madeyên berdêl bi kar tînim. Her wiha bazara berheman jî baş nayê kirin lê bi piştgiriya heval û dostan malpera min belav bû, bazar baş bû.”

Duha Ebo El-Ros hêvî dike ku projeya xwe ji cîhana sanal ango torên civakî  bigihîjîne rastiyê û berfireh bibe bi şêwe û cihêrengiya findan da ku bigihîje her kesê. Her wiha bi hêviya ku madeyên xam ên bingehîn ji bo projeyê amade bin da ku berhemên xwe bi kalîteyek pir baş pêşkêş bike.