‘Di qanûnan de bila xalên cihêkariyê yên li ser jinan bê rakirin’

Seroka Komeleya Destên Azad Leila Amelie bal kişand ser xalên cihêkariyê yên li hemberî jinan ên di Qanûna Malbatê û Qanûna Cezayê ya Mexrîbê de û daxwaz kir ku qanûn di rûniştina meclîsê ya meha Nîsanê de ji nû ve bên nirxandin.

Mexrîb – Li hin welatan wekheviya zayendî bi qanûnê jî nayê naskirin. Di Qanûna Malbatê ya Mexrîbê de jî xalên cudakar ên li dijî jinan hene. Aktîvîstên femînîst û mafên mirovan ên li Fasê diyar kirin ku Qanûna Malbatê ya Mexrîbê ne li ser esasê wekheviyê ye û li dijî jinan madeyên cihêkariyê hene.

Mijara velayetê li dijî jinan e

Seroka Komeleya Destên Azad Leila Amelie diyar kir ku di Qanûna Malbatê ya Mexrîbê de mijara velayetêê neheqiyek mezin a li jinan tê kirin e. Leyla Amelie diyar kir ku divê di qanûnê de guhertin bên kirin û got,

“Ev pirsgirêkek e ku divê bi lezgînî were çareserkirin. Komeleya me derbarê vê mijarê de gelek serlêdanan dike û jin behsa zehmetiyên ku dijîn dikin. Velayeta zarokên ji 18 salî biçûktir dibe li gel bav û zarokên ji 18 salî mezintir jî li gel dayîk bimîne. Weke mînak di dema hevberdanê de jin nikarin zarokên xwe veguhezînin dibistaneke din û nikarin ji bo vê yekê belgeyên pêwîst bistînin. Her wiha di dema hevberdanê de tiştên şexsî li cem jinê dimînin, lê jin bêyî razîbûna mêrê ku hevberdanê kiriye nikare van eşyayên xwe bifiroşe. Mirov çiqasî lê binêre jî jin rastî binpêkirinên giran tên.”

‘Mêr dayîna nefeqe red dikin'

Leyla Amelie diyar kir ku mînakên neyînî bi jimartinê naqede û got ku her cure zehmetî ji aliyê jinan ve tên jiyîn. Leyla Amelie anî ziman ku jin di dema hevberdanê de nikarin li zarokên xwe xwedî derkevin û wiha got: "Ev qanûneke ku dibe sedema her cure neheqiyê." 

Leyla Amelie anî ziman ku ji parvekirina milk heta mafê velayetê gelek neheqî hene û got, “Pirsgirêkên der barê binçavkirinê de berdewam dikin. Jin jî di warê nefeqe de bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû dimînin. Gelek caran mêrên ku jin berê bi wan re zewicî bûn dayîna nefeqe red dikin û barê aborî dikeve ser milê jinan.

'Jin û zarok jî tên mexdûrkirin'

Leyla Amelie diyar kir ku him jin him jî zarok rastî neheqiyê tên û got ku bi vî rengî pêşeroja zarokan dikeve xeteriyê. 

Leyla Amelie bal kişand ser bandorên neyînî yên piştî hevberdanê li ser zarokan û wiha got: “Piştî hevberdanê hin zarok dev ji guhertina dibistanê bernadin û xwendina xwe bi dawî dikin. Dîsa nakokiyên di navbera jin û mêran de di dema hevberdanê û piştî hevberdanê de bandorên derûnî yên cidî li ser zarokan çêdike. Ger qanûn bi dadwerî tevbigerin dê nakokiyên bi vî rengî çênebin û di zarokan de birînên kûr çênebin. Li ser van pirsgirêkan divê di Qanûna Malbatê de guhertinên bingehîn bên kirin. Di meha Nîsanê de wê rûniştina meclîsê bê kirin û em daxwaz dikin ku Qanûna Malbatê û Qanûna Cezayê bên nîqaşkirin."