Di doza Pinar Gultekîn de kiryar cezayê muebetê yê giran xwar

Cemal Metîn Avci yê ku li Mûglayê xwendekara zanîngehê Pinar Gultekîn qetil kir, di dîtina nû ya dozê de cezayê muebbetê yê giran lê hat birîn.

Îzmîr- Danişîna duyemîn a doza Cemal Metîn Avci yê ku di sala 2020’an de li Muglayê xwendekara zanîngehê Pinar Gultekîn (27) qetil kir, dîsa li 4’emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Îzmîrê hat dîtin. Cemal Metîn Avci yê ku ji ber sûcê “qetilkirina bi îşkenceyê û bi hîseke cinawirî dîzaynkirin” dihat darizandin, bi riya Sîstema Agahdariya Deng û Dîtbarî (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû, malbat û parêzerên Pinar Gultekîn jî li salonê amade bûn. Gelek parêzer û nûnerên saziyên jinan jî li danişînê temaşe kirin. Heyeta dadgehê daxwaza Baroya Denîzliyê ya ku xwest tevlî dozê bibe red kir û danişînê dest pê kir.

‘Em dixwazin ji bo edaletê helwest were danîn’

Parêzerê malbata Pinar Gultekîn Rezan Epozdemîr ku di danişînê de destpêkê axivî, diyar kir ku kêmkirina provokasyona neheq a ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 3’emîn a Muglayê ve tê kirin dê di hemû dozên qetilkirina jinan de bibe mînak. Rezan Epozdemîr da zanîn ku biryara dadgeha herêmî ku “ji ber bersûc ne personelê tenduristiyê ye profesyonel e, nikaribû bizane ku di encama xeniqandinê de jiyana xwe ji dest daye, ji ber vê yekê bi hestên cinawirî û bi îşkenceyê çalakiya şewitandinê pêk neaniye” nayê qebûlkirin û got: “Divê cezayê giran TCK'ê 82/1b bê sepandin. Ne pêkan e ku bersûc bi tena serê xwe vê çalakiya qetilkirinê kiribe. Divê bersûcên din jî bên cezakirin. Divê provokasyona neheq û kêmkirinan neyê pêkanîn. Em ne tenê ji bo Pinar Gultekîn daxwaza edaletê dikin, em dixwazin ji bo edaletê helwest were danîn.”

Li hemberî gotinên bersûc bertek hat nîşandan

Bavê Pinar Gultekîn Sidik Gultekîn, diyar kir ku ne tenê keça wî hemû malbat hatiye şewitandin û ew tenê edaletê dixwazin. Piştre bersûc Cemal Metîn Avcî yê ku parastina wî hat girtin jî got: “Temam, Xwedê rehma xwe lê bike lê çi bû bi min bi min bû. Ez rezîl bûm, hevjîna min, min berda û bi kesekî din re zewicî, min karê xwe winda kir, her kesê bihîst dê çi bi min bibe.” Ev gotinên Cemal Metîn Avcî ji salonê rastî bertekan hatin.

Cezayê muebeta giran lê hat birîn

Dozger nêrîna xwe ya li ser esasê dubare kir û xwest Cemal Metîn Avcî bi muebetê bê cezakirin û daxwaz kir ku Mertcan Avci ji ber sûcên ku li wî hatine kirin bê cezakirin û girtin.

Heyeta dadgehê bi eşkerekirina biryara xwe, Cemal Metîn Avci bi îdiaya “qetilkirina bi îşkenceyê û bi hîseke cinawirî dîzaynkirin” bêyî ku hikmên provokasyona nehiqûqî pêk bîne bi cezayê muebbetê û ji bo birayê wî Mertcan Avci jî ji ber sûcê “veşartin, guhertin û tunekirina delîlan” 4 sal cezayê girtîgehê birî. Heyeta ku daxwaza girtinê ya Mertcan Avci red kir û biryara beraatê da. Der barê Şukru Gokan Orhan, Selîm Avci û Ayten Avci yên ji ber heman sûcdariyê dihatin darizandin jî biryara beraetê hat dayîn.