Li Qamişlo pêngava çandina daran destpê kir

Li bajarê Qamişloyê bi peşengiya Şaredariya Gel a herêma Cizîrê, Malbatên Şehîdan û Komînan pengava çandina daran hat destpêkirin.

Qamişlo - Di bin sîwana ramana civaka demokratîk, azadiya jinan û ekolojiyê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek projeyên ji bo ekolojiyê tên lidarxistin. Bi pêşengiya Şaredariya gel a herêma Cizîrê, Meclisa Malbatên Şehîdan û Komînan pengava çandina daran hat destpêkirin. Bi beşdarbûna bi sedan kesan ji çerxeriya şehîd Yusif Gulo heta Çerxerêya Osman Sebrî dar hatin çandin. Der barê armanca pengavê de Endama Şeraderiya Gel a Cizîrê û endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê nêrînên xwe parve kirin.

'Em ê bi çandina daran re xweza û jiyanê biparêzin'

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Şemsiya Gulo da zanîn ku wan ji bo aramiya xweza û welatek xweş û paqij dest bi vê pengavê kirine û wiha got: "Ji bo xweşikiya welat û paqijiya hewayê îro me dest bi çandina daran kir. Hem ji bo xwezayê, hem jî ji bo gel fêdeya çandina daran pir zêde ye. Bi çandina daran re rengê bajar xweş dibe û hewa paqij dibe. Xweza perçeyek ji jiyana civakê ye ji lewre bêhnek xweş û oksîjenek xweş dide mirovan. Cihê xweza tunebe jiyan jî xwezayî nîn e. Welatên ku dar li wan heye, pir xweş in lê welatê ku dar li wan tunebe weke çolê ne û bêkes in. Em ji bo welatê xwe gelek têkoşiyan. Cihê ku dijmin xera bike em ê ava bikin, xweşik bikin û li wir daran biçînin. Cihê ku bi xwîna şehîdên me hatibe avdan em ê li wir dest bi pêngava çandina daran bikin û bixemilînin. Wek malbata şehîdan em ê piştgiriyê bidin şaredarî û komînen xwe da ku projeyên wiha zêdetir bibin. Dijmin çiqas xirab jî bike, em ê bi şînahiyan bixemilînin û ji berê jî xweştir bikin welatê xwe. Em her aliyê de têkoşînek mezin bimeşinîn da ku em bikaribin axa xwe ji her xirabiyê biparêzin."

‘Divê em xwedî li axa xwe derkevin’

Endama Şaradariya Gel a bajarê Qamişlo, Rîm Xelef jî daxwaz ji gel kir ku parastina dar û xwezayê bikin û wiha pê de çû: "Ev pengav bi beşdarbûna gelek rexistinan dest pê kiriye. Ji bo xwedîderketina li axa xwe gelek sazî û kesan xwe berpirsiyar dîtin û me bi yek destî dikaribû dest bi pêngavek wiha bikira. Bi pêngavên wiha rengîn re bajarê me xweşik, paqij û bi aram dibe, di heman demê de oksîjena li hewayê hin zêdetir dibe. Her wiha bi oksîjena paqij re hawa ji nexweşiyê rizgar dibe û nexweşiya mirovan jî kêm dibe. Daxwaza me ji gel heye ku xwedî li axa xwe derkeve û bi çandina daran û avdana wan, welatek paqij û aram ava bikin.”

Projeya pengava çandinê dê di demên pêş  de berdewam bike. Li gorî plansaziye Şaredariya Gel, Malbatê Şehîdan û komînan di herêma Cizîrê de dê 400 dar werin çandin.