Leşkerên Tirk daristanan dan ber agir

Operasyona dewleta Tirk a di 24’ê Kanûnê de dabû destpêkirin didome, hat hînbûn ku yekîneyên leşkerî li herêmên çiyayî yên di navbera Pasûr û Mûşê de, daristanan dane ber agir.

Navenda Nûçeyan - Li Tirkiyeyê texrîbata ekolojîk a herî mezin bi şewitandina daristanan û birîna daran, di dema operasyonên leşkerî de pêk tê. Hat hînbûn ku di operasyona leşkerî ya dewleta Tirk a di 24’ê Kanûnê de li Amed, Çewlik, Mûş û gundewarên Êlihê ku bi hezaran leşker tevli bûn de, qadên daristanî dane ber agir.

Di operasyonê de ji bo herêmên çiyayî yên bajaran bi helîkopteran yekîneyên taybet daxistine, li hin nuqteyan jî yekîneyên taybet bi wesayîdên sivîl hatin sewqkirin. Li herêmê liv û tevgera helîkopter û balafirên şer ên bêmirov ên biçek (SÎHA) heye û li hin herêman jî topbaran tê kirin.

Agir bera daristanan dan

Li gorî agahiyan li herêmên çiyayî yên taxên gund ên di navbera Pasûr û Mûşê de yekîneyên leşkerî daristanan dane ber agir. Hat diyarkirin ku şewata li du noqteyên cuda derketiye, piştî rojek bi xwe vemiriye.

Hat ragihandin ku operasyona leşkerî ya li herêmên çiyayî yên Amed, Çewlik, Mûş û Êlihê hatiye destpêkirin li hin herêmên stratejîk didome.