Ji jinên Libnanî projeya ‘Garbaliser’ a gûbreya xwezayî

Henan û Zeyneb Îsmaîl yên Libnanî bi projeya ‘Garbaliser’ a gûbreya xwezayî hewl didin cotkaran ji bihayê zêde ya gûbreyên çêkirî rizgar bikin.

SUZAN EBU SEID

Beyrût – Henan û Zeyneb Îsmaîl çareseriyek ji pirsgirêka bermayiyên xwezayî li Libnanê re dîtin û karîn wan bikin. Xwişkên Libnanî bi projeya xwe ya bi navê ‘Garbaliser’ zibilê xwezayî bi bihayek kêm difroşin. Ev yek sûdê li ewlehiya xwarinê dike û bihayê gûbre kîmawî di warî aborî û jîngehî de kêm dike.

Zeyneb Îsmaîl a damezrînera projeya Garbaliser e derbarê projeya xwe de ji me re axivî. Zeyneb Îsmaîl anî ziman ku di bingehê xwe de pisporiya wê di warê endezyariya elektrîkê de ye û wiha got: “Xwişka min jî di warê rêveberin û bazar û aborî de pispor e. Ev her du pisporî jî ji çandiniyê dûr in, lê zanîna me ya kirîzên ku civaka me di nav de dijî hêşt em dest bi projeyekê bikin xizmeta bajarokê me yê civakeke çandinê ye bike, malbata me jî hîn xwe dispêre çandiniyê.”

Zehmetiyên ku cotkar dikşînin

Di berdewamiya axaftina xwe de Zeyneb Îsmaîl bal kişand zehmetiyên ku cotkar ji ber krîza aborî dikşînin û got: “Di dema dawî de bi taybetî gûbreyên ku ji derve tên pir biha bûn, ji ber li hemberî dolar ketina lîreya Libnanê. Di nava salê de jî cotkar gelek zehmetiyên debara jiyana xwe dikşînin, tevî kirîza bermayiyan ku ta niha jêre çareseriyek cidî nedîtin.”

Yekem car li ser axa xwe ceriband

Zeyneb Îsmaîl detsnîşan kir ku di pêvajoyên koronayê de ew limala xwe yekem car dest bi çêkirina gûbreyên xwezayî kirine û wiha domand: “Destpêkê me bermayiyên xwezayî yên sebze, şiqinên daran û qaliqên hêkan kom kir, me proseya hervên bi lez kir, pişt re me depoyek bika ranî da ku di dawiyê de em berhemê gûbreya xwezayî avî bi taybetî yên girîng û qasiyek mezin derxînin. Destpêkê me li ser çandiniya xwe ceriband heta em gihêştin encamên baş, piştre em derbasî pêvajoya amadekirina projeyê di astekî bilindtir de bûn. Me karî kargehek salane derdorî 480 hezar lître berhem gubreya xwezayî ya avê derdixe, navê wê Garbaliser danî, ew jî ji navê Garbage (bermayî) û Fertilizer (gûbre) hat.”

Jê enerjî tê bidest xistin

Zeyneb Îsmaîl dibêje ku hervankirina bermayiyên xwezayî demek dirêj pêwîst dike ku bibe gûbre û wiha qal dike: “Tevî bihnên nebaş û gazên jehrî jî jê dertên, li kargehê ew bihn namînin. Kêrîn mezin hene madeyên xwezayî dikin parçeyên biçûk dişînin depoyan li wir tevlî madeyên dîtir dibin bi rêjeyên diyar, piştî 20 rojan berhem tê bikaranîn. Gaza jehrî weke Methan em hewil didin di pêşerojê de di warên dîtir de bikar bînin weke berhemdariya enerjiyê.”

Proje tenê krîza bermayiyan çareser nake

Derbarê jêderên madeyan de Zeynep Îsmaîl wiha dibêje: “Niha em bermayiyên bajarokê xwe Brîtal kom dikin rojana derdorî 200 kg, yek ji karmendên me gel li ser ferza madeyan ji jêder hişyar dike, ev proje ne tenê kirîza bermayiyan çareser dike, lê ji  madeyên plastîk, hesin û kertonan jî sûdê digre carek din bikartînin. Her wiha bernameyek me heye ku jinên li ser ferzkirina madeyan kar dikin xelat bikin.”

Gûbreya xwezayî karê cotkaran sivik dike

Kargeh berhemê pakêtên biçûk ji bo kebaniyên malan dîrîkt li ser pelê giyayan bikarbînin derdixe, pakêtên mezintir bi qasî 1 lître, heya 3,9 lîtreyan jî ji bo cotkaran derdixe, dikarin bi avê sivik bikin, bi riya boriyên niqtandinê li ser axê bikarbînin an bireşînin ser pelên giyayan.

Sudemeniya gûbreya xwezayî li gor madeyên dîtir, berhemên me demek kêmtir pêweîst dike ku bikaribê û giya zû bimije, bermayî namînin û gûbreya xwezayî ya avî ji bo karê cotkaran hêsan bike diberhimînin, sûd li hemû waran heye niha û ji bo dema dûr jî.

Zeyneb Ismayîl dibîne ku pirsgirêka birîna elektrîkê pirsgirêka herî mezin e, der barê çareserkirina vê krîzê de wiha dibêje: “Ji ber wê me yekîneyek enerjiya rojê derdorî 30 Amperî dide me çêkir, 3 faz û derdorî 30 Amperan bi me pêwîst e. Di pêvajoyên pêş de em ê alavên dîtir bikirin, em planeke bazarî giştî datînin, ji navendên çandiniyê weke şitlgehan, dermanxaneyên çandiniyê destpê dikin, lewma me rêveberek bazarganiyê Diana al-Mosawi ji bo viya erkdar kir. Em di peywendiyên bi komeleyên jîngehî li Şoof, Akar, Janûb re ne ji bo kargehên wisa ava bikin bi hêviya ku proje mezintir û firehtir bibe û derkeve derve jî.”

‘Berhemên me baştir bûn’

Rêvebera pêşvebirina projeyê Zeyneb al-Masrî jî der barê projeya gûbreya xwezayî de wiha dibêje: “Em gelek têbînî, şahidên berhem bikaranîne pêşwazî dikin, ji aliyê qasiyê û asta berhemê bilind, bi riya lêkolînên em li ser berhemên xwe dikin ji bo giyayan dijî nexweşiyan biparêzin û zirarên aborî mezin çênebe bi taybet ji bo berhemên kartol û bacanan. Berhemên me ev nexweşî heta astekê rawestand, berhem jî baştir bûn. Em hewil didin berhemên xwe pêşxînin ku madeyên kîmawî kêmtir bikarbînin, berhemên me jî baştir bin.”

Cotkara jin Saknah Tlais jî li ser projeyê got: “Du salan min berhema Garbaliser ji bo cureyên sebze di erdê xwe de çandine weke xas, meydenûz, nanaa, kizber, siliq, qernebît bikaraniye û encamên baş dibest xistine di reng û qasiya berheman de. Her wiha sebzeyên weke kundir, îsot, tmata, zebeş, qawîn, berhemên mezintir û tam xweş dan. Li ser dareke zeytûnê biçûk jî ceriband teneyên zeytûnê mezin derxistin.”