Ji bo avhewayê banga çalakiya lezgîn

Jinan beşdarî foruma “Veguherîna Ekolojîk” a li Tûnisê hat lidarxistin bûn, bal kişandin ser guherîna avhewayê û ji bo cîhaneke bijîjk banga lezgîn li hemû derdoran kirin.

NAZIHA BOUSSIDI

Tûnis – Tora Kesk a Tûnisê bi hevkariya Weqfa Heinrich Böll a Alman foruma "Veguherînên Ekolojîk" li dar xist. Pisporên civaka sivîl û gelek aktîvîstên bi hawirdorê re eleqedar bûn beşdarî foruma ku duh li Tûnisê hat lidarxistin bûn. Jinên beşdarî forumê bûn ji ajansa me re nirxandin kirin.

'Li Tûnisê polîtîkaya jîngehê nîne’

Pispora hiqûqa avê ya navneteweyî ya jinan û endama Tora Kesk a Tûnisê Hikma Achour got ku wan di forumê de guhertinên ekolojîk nirxand. Hîkma Açûr, anî ziman ku li Tûnisê polîtîkaya jîngehê tune ye û wiha got: “Salek e ku em banga lezgînkirina tedbîrên lezgîn ji bo pêşxistina polîtîkaya jîngehê ya dewletê kir, lê ti encam bi dest nexistin. Di vê wateyê de rola her kesî pir girîng e. Me dît ku biryarên wezaretên pêwendîdar tenê li ser kaxezê mane. 

Li daristanên şewitandî dê dar bên çandin

Siwar Mehmûd endamê komeleyên “Tûnisa Paqij” û “Soli Kesk” tekez kir ku her du komele ji bo baştirkirina rewşa jîngehê li Tûnisê kar dikin. Siwar Mehmûd, diyar kir ku ev xebat bi Komeleya Vezivirandina Tûnisê re hevpar in û got; “Em bi 100 xwebexşan re dixebitin ku bi hevrêziya Wezareta Çandiniyê re li daristanên şewitî daran biçînin. Ev pêvajo dê di meha bê de dest pê bike." Siwar Mehmûd anî ziman ku her sê komele bi hev re xebatên veqetandina çop û vegerandina bermayiyan li dar dixin û da zanîn ku ew jî bi çûna dibistanên li gundewaran xebatên jîngehê organîze dikin.

‘Zêdebûna germahiyê delîlên zelal ên guherîna avhewayê ye’

Assia Al-Azzi, Koordînatora Bernameya Çalakiya Avhewaya Dadperwer a Dengan, di heman demê de endama Hippos e, rêxistinek Hollandî ku li ser dadweriya avhewa û azadiya derbirînê dixebite. Asîa El-Ezî diyar kir ku guherîna avhewayê ya heyî metirsîdar e û destnîşan kir ku ji bo cîhaneke bijî pêwîstî bi xebateke hevpar a rêxistinên sivîl, aktîvîstên hawirdorê, gel û rayedarên dewletê heye. Asya El-Azzi anî ziman ku wê du hefte berê zêdebûna germahiya li Tûnisê hîs kir û ev yek tirsnak bû û got, "Min wek ku em di meha Tîrmehê de ne hîs kir. Ev delîlên zelal ên guherîna avhewa ye."

Ji bo projeyên ekolojîk dixebitin

Laila Shammam, mamosteya zanîngehê ya sêwirana hilberê li Enstîtuya Moda Bilind a Monastir, got ku ew xwendekaran fêrî karanîna materyalên xwezayî dike. Leyla Şammam destnîşan kir ku ew ji bo projeyên ekolojîk dixebitin û destnîşan kir ku wê xwendekar jî ber bi vî warî ve birin.