Inisiyatîva Keziyên Kesk ji bo xwezayê xebat dike

Endezyar û di heman demê de Endama Inisiyatîfa Keziyên Kesk a çandiniyê Sîdar Alareşî der barê avakirin, armanc û xebatên insiyatîfê de got: “Em ji bo avakirina insiyatîfeke gelêrî ya ku xwezayê biparêze û vejîn bike, dixebitin.”

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Insiyatîfa Keziyên Kesk di meha Îlona 2020’an de hate avakirin. Armancên wê jî diyar bûn ku çanda çandiniyê di nava gel de belav bike û ji sînorê çandina genim û ceh a ku Hikûmeta Şamê bi salan di mêjiyê wan çandibû, derxe. Li hêleke din ji bo vejînkirina xwezayê ya ku ber bi xeteriyê ve diçe, hewil dide baweriya cotkaran bi çandina darên fêkî bîne. Têkildarî armanc, xebat û projeyên Insiyatîfa Keziyên Kesk, Endezyar û di heman wextê de Endama Insiyatîfa Keziyên Kesk Sîdar Alareşî axivî û nêrîna xwe parve kir.

‘Belavkirina hişmendiya vejîna xwezayê’

Sîdar Alareşî avakirin, armanc û xebatên Insiyatîfa Keziyên Kesk anî ser ziman û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Armanca avakirina Insiyatîfa Keziyên Kesk ew bû ku em insiyatîfeke gelêrî ava bikin ji bo çareserkirina qeyrana ekolojî ya ku herêmên me jiyan dike. Em li ser belavkirina hişmendiya xwezayê kar dikin, her wiha bi Saziyên Civaka Sivîl û Saziyên Rêveberiya Xweser re em hewil didin ku hemî civakê bixin nava karê parastina jîngehê de. Deh şitilgehên me hene em di wan de kar dikin, di van şitilgehan de di her werzekê salê yê çandiniyê de em tov û dema kesaxê daran zêde dikin. Komeleya me xwebexşan birêxistin dike, karê xwebexşê ya jîngehê dike.”

‘Qezenckirina baweriya cotkaran û zêdekirina darên fêkî’

Sîdar Alareşî destnîşan kir ku çiqas darên fêkî bêtir werin çandin dê feydeyên wê bêtir be ser civakê lewma ji bo xezençkirina baweriya cotkaran xebat dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Raste Herêma Cizîrê di siyaseta giştî ya Hikûmeta Şamê de weke herêmeke tenê ji bo çandina genim û ceh dihat dîtin. Heya demeke dirêj çandina daran li herêma me qedexe bû, di dirêjahiya salan de rewşeke zehmet da avakirin. Ev pirsgirêk yek ji pirsgirêkên ku em pê re rû bi rû dimînin, Lewra, aniha em hewl didin ku baweriya cotkaran bi çandina daran xurt bikin ku êdî berê xwe bidin çandina darên zeytûn, fistiq û tirî. Dema ku darên cur be cur bi rêk û pêk bên çandin, dibe ku feydeya wan ji genim û ceh jî bêtir be. Her çiqas çandina daran li herêma me lawaz be, em di vê baweriyê de ne ku em ê bikaribin baweriya cotkaran qezenc bikin. Insiyatîfa Keziyên Kesk civak e, tiştên dikeve ser milê me ku em dêrî li pêşiya karê xwebexşiyê vekin. Stratejiya me bi vî rengî ye û heta roja îro baş tê meşandin.”

‘Xelat ji Tora Casmin a Fransayê hat girtin’

Sîdar Alareşî bal kişand li ser xelata ku Insiyatîfa Keziyên Kesk li Fransayê wergirtine ser kar û xebatên ku didin pêşiya xwe û wiha pê de çû: “Berî demekê em ji aliyê Tora Casmin ve ya ku çend şaredarîyên Fransa cihê xwe tê de digirin, hatin vexwendin. Serdan di demekê de hat ku êrîşên dijwar li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê hebûn. Ji ber ku kar û xebatên me wekî pêşeng û binirx hat dîtin, me li Fransayê xelat ji (Danyal Mitiran) a 2023’an  wergirt, xelat keda gelê Bakurû Sûriyeyê ye.”

Projeyên sala 2023’an

Sîdar Alareşî di dawiyê axaftina xwe de projeyên sala 2023’an bilêv kir û got: “Projeyên me yên sala 2023’an ku em hîn zêdetir kar di navbera Insiyatîfa Keziyên Kesk û şaredariyên gundan de têkilî û koordînasyoneke xurt çêbikin, ji xwe projeya me bi navê (Pişkên gund) e. Me çandina 4 mîlon şitil dane pêşiya xwe. Her wiha ji bo dibistanan jî projeyên me hene ku em daran biçênin û vê çandê li cem şagirtan bidin avakirin.”