Guherîna avhewayê 15 hezar kes kuşt

Hate ragihandin ku li Ewropayê di havîna 2022'an de herî kêm 15 hezar kes ji ber germê jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) bi wesîleya civîna bilind a avhewayê (COP27) ya li bajarê Şarm El Şêx ê Misrê tê lidarxistin, der barê mirina ji ber germa zêde ya li parzemîna Ewropayê de texmînên xwe parve kir.

Havînê bi pêla germê re germahiya hewayê gihîşt asta rekorê. Li gelek deveran agir bi daristanan ket.

Midûrê WHO'yê yê Ewropayê Hans Kluge daxuyaniyek weşand û got, "Li gorî daneyên neteweyî yên hatin weşandin, tê texmînkirin ku sala 2022'an 15 hezar kes ji ber germê mirine." Hans Kluge diyar kir, ku li Elmanyayê 4.500 kes, li Spanyayê nêzî 4.000 kes, li Qraliyeta Yekbûyî zêdeyî 3.200 kes û li Portekîzê jî zêdeyî hezar kes mirin û got, bîlanço wê girantir bibe.

Li gorî daneyên WHO'yê, di nava 50 salên dawî de li Ewropayê 148 hezar kes ji ber germê mirin. Tenê îsal zêdeyî 15 hezar kes mirin.

WHO ku saziyek ser bi Neteweyên Yekbûyî ve ye got, "Guhertina avhewayê ji xwe me dikuje, lê belê îro bi çalakiyeke xurtir pêşî li mirina zêde ya mirovan bê girtin."

Li gorî raporeke Neteweyên Yekbûyî ku hefteya derbasbûyî hate weşandin, di nava sih salên dawî de zêdeyî 2 qatî germahî zêde bûye.