Bi pêşengiya jinan kampanya çandina daran

Bi pêşengiya jinan, ji aliyê Rêveberiya Çandiniyê ya Ranya û Şaredariya Ranya ve kampanya dar çandinê hat destpêkirin.

DÎVAN SÎHAD

Raperîn – Duh di 15’ê Mijdarê de li bajarokê Ranya ya girêdayî Raperîn ji aliyê karmend û endezyarên rêveberiya çandiniya Ranya, karmendên şarederiya Ranya û berpirsên îderaye Raperîn kampanya çandina daran destpê kir.

Endezyara çandiniyê Dilsoz Hesen der barê kampanya darçandinê û sûdên wê yên ji bo herêmê de wiha got; “Ev çalakiyên wisa ez gelek giring dibinim ji bo herêmê erkê me hemûyan e em xwezaya herêmên xwe biparêzin, her wiha erkê ser milê me hemû aliyan e ku herêmê bi parêzin û şîn bikin.”

‘Divê her kes xwezaya welatê xwe biparêze’

Fermanbera rêveberiya çandiniya Raperîn Pîroz Sedun da zanîn ku şînkirina bajar û welat erkê li ser milê her kesê ye û wiha got; “Şînkirina bajarê me û parastina wê erkê li ser milê me hemûyan e. Ne şert e her dar û şînkatî biçînin, divê parastin jî lê were kirin û av bidin. Divê xelkê hişyar bikin rê nedin lawir werin nav de û bedewiya bajar têk bibe. Dema karek tê kirin divê piştre parastina wê were kirin. Me par û pêrar dara beru çand û piştra kes lê mêyze nekir, ji bo wê divê em parastina wan bikin. Giring e her kes ji aliyê xwe ve hişyar be divê xelk hin zêdetir hevkariya hikumetê bike ji bo parastina xweşiktiya bajarên xwe. Mînak ev der cihek gelek xweşik e û xweşiktiyekê dide bajarê me, divê her kesê di vê bajarî û welatî de jiyan dike xwezayê bi parêze.”