Li kesûkarên xwe yên di kimyabarana Helepçe de winda kirî digere

Şewnim Abdullah hêviya xwe winda nekiriye û ev 35 sale li dû zarok, 5 xuşk û birayên xwe yên di kimyabarana Helepçe de winda bûne digre û dibêje: ‘Ezê heya nefesa xwe ya dawî li wan bigerim.’

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî- Di 16’ê Adara sala 1988’an di saet 11:00’ê nivro de ji aliyê rejîma Baas ve Helepçe hate kimyabarankirin. Piştî komkujiya Helepçe di navde zarok û jin 5 hezar kes jiyana xwe ji dest dan û 10 hezar kes jî birîndar bûn. Bi hezaran kesî neçar man ku ji welatên xwe koçber bibin, di dema êrîşa kimyayî de 900 kesên ku hîna jiyan dikin bi nexweşiyên giran re têkoşînê dikin.

Komkujiya Helepçe weke komkujiya herî mezin ku niha jî gele Kurd di bin metirsiya qirkirinê de ye  ket dîrokê. Ev komkojiya ku wê ji hafızaya gele Kurd tu caran neye ji bîrkirin û piştî vê êrîşa kimyayî 211 zarok winda bûn. 

Şewnim Abdullah ku di sala 1965’an de li Helepçe ji dayîk bûye, birîna ku bûye êşa hevpar ya hemû gelê Kurd  ev 35 sale jiyan dike. Şewnim Abdullah ji sala 1988’an ve di şînê deye, di êrîşa kimyayî de yek keç yek kur  dû zarokên û 5 xûşk û birayê xwe winda kir. Şewnîm Abdullah ji 16’ê Adara sala 1988’an ve tu xeberek ji wan negirtiye. Beriya 5 salan ji bo zarokên winda yên Helepçe û li gel Merdin Mahmud ku 5’ê Tebaxa 2021’an de di encama nexweşiyekê de jiyana xwe ji dest da, Weqfa Dîtina Zarokên Winda ya Helepçe ava dikin. 

Piştî Merdîn  Mehmud Şewnim Abdullah dibe serokê weqfê, bêyî ku alikariyekê ji hikumeta herêmê û navnetewî bigre bi heskirinek mezin û bi hêvî dest bi lêgerîna zarokên winda kir. Bi boneya 35’emîn salvegera komkojiya Helepçe carek din lêgerînên çîroka jiyana Şewnîm û emê bibin dengê  hêviyên û li bendêmayîna wê.

‘Êşa min tu caran ne sekini…’

Herçendî ku em nexwazin carek din wan rojan bînin birê û êşa wê nû nekin, Şewnim dibêje; ‘Min tu caran ji bîr nekiriye, min nexwestiye ez ji bîr bikim, êşa min nesekiniye.’ Destpêkê di derbarê tiştên ku wê rojê qewimîne û li kubu, çima dereng ma wiha  got: “Xalê min rehmet kiribû, ji bo taziye ez çûbûm Silêmaniyê, min keça xwe Sara û kurê xwe li gel xwe bir. Ez dû canî bûm û rojên min yê welidînê kêm mabû, di 13’ê û 14’ê Adarê de Helepçe bi awayek dijwar dihat bombabaran kirin, bijîjkan berê ji ber metirsiya welidînê ez hişyar kiribûm. Di 14’ê Adarê de êşên welidinê destpêkir û neçar bûm vegerim Silêmanî, dayika min bêyî ku dem derbaz bibe erebeyek kirê girt û em berbi Silêmaniye ve ketin rê. Dema em gihan pira Zalm cardin bombardûman destpê kir, refleksên şofêr û xwîn sariya wî ya wê demê nebûya, emê buyan hedefên bombardûmanê. Em gihan nexweşxaneya Silêmanî ya welidîna zarokan, bijîjkan ez zidtin di bin çavdêriyê de û hewil da ku ez bi awayek tendirsûtî zarokê bi welidînim.” 

‘Dema Helepçe dihat kimyabarankirin min zarokek anî ser dinyayê’

Şewim Adullah li gel diêşiya, lê belê aqil û fikrê wê li Helepçeya ku dihat bombardûman kirin, li zarok û malbata wê bû. Ger bizanibû ku wê ew êşa yên ku li pey xwe hêlaye 35 salan dom bikira wê mayîn hilbijarta. Şewnim dibêje ez tu caran ji bir nakim dema ku keça min Sara kirasê min girtî  û digriya û di got ‘Min jî bibe.’ Divê min destê Sara neberdaye û axaftina xwe wiha dom kir: “Roja 15’ê Adarê dayika min hat ew odeya ku ez lê dimam. Got min keça min Helepçe bi awayek dijwar tê bombaran kirin. Dema ku dayika min wisa got, min xwe lêkêda û min got dayika xwe biçin. Dayika min qebûl nekir, got tu divê rewşê de naçî tu cihan. Min zarokên xwe li Helepçe hêlabû, ez ji ber wan di tirsiyam, dayika min xwe li ber israrkirina min negirt. Roja 15’ê Adarê saet di derdorê 16:45’an de ji deriyê nexweşxaneyê em ketin taxsî de em çûn geracê. Dema ku em çûn geracê yek erebeyek ku biçe Helepçe nebû. Ez çûm gel şofêrê taxsiyekê, min bazinên xwe ji destê xwe kir û min dirêjî wî kir û min got; ‘Min bibe Helepçe ezê van bazinên zêr bidim te.’ Wê şofêrî got ‘Niha tu hemû dinyayê bidî min ez te nabim Helepçe, kes nakeve Helepçe.’ Bi awayek bê hêvî ez cardin vegriyam nexweşxanê. Di sanyeya ku Helepçe dihat bombardûmankirin de min zarokek nû anî ser dinyayê, lê belê min dû zarok û 5 xûşk û birayê xwe winda kir, ev 35 salê ez hewil didim wana bibinim.”

‘Ez Sarayê ji bîr nakim…’

 Şewnim Abdullah bê çaretiya xwe ya di odeya nexweşxaneyê de û ew hisa ku keça wê Sara dema kirasê wê girtî ew paş xwede hêlayî û dema ew êşa ku wê tu caran derbas nebe tîne ziman gotinên wê di qirikê de dimîne û wiha dom kir: “Ez Sarayê ji bîr nakim, giriyê wê yê li pey min dema ku kirasê min girtî û gotî min jî bibe, ez ji bîr nakim. Ma dihat aqlê kê wê Helepçe bi kimyasalê were topbaran. topnaran weke rotîn lê hatibû, dema ku topbaran dihat kirin hemû kes diçin jêrzemînên malên xwe. Ev 35 sale min hêviya xwe qût nekiriye, ez hertim bi hêviya wê rojekê bibinin jiyan dikim. Guhê min her di dengê zila telefonê ye wê lê bide xeberek ji wan were.”

Tu caran dest jî zarokên winda Helepçe yên were dîtin berneda

Şewnim Abdullah ku keça wê winda ye û piştre jî dema ku zanî li Helepçe keçek winda heye li gel Merdin Mehmud ku dikev pey çîrok û demboriya wê beriya 5 salan weqfa ditîna zarokên winda yên Helepçe ava dike. Dema ku di 5’ê Tebaxa 2021’an de Merdin Mehmud  di encama nexweşiyekê de jiyana xwe ji dest dide hemû berpirsyartiya weqfê digre li ser milê xwe û dibe serokê weqfê. Şewnîm Abdullah dikeve lêgerîna zarokên winda yên Helepçe wiha got: “Heta ez nefesa xwe ya dawî jî bidim ezê bi hêviya ku wan zarokan bibinim jiyan bikim, ji bo vê jî ezê berxwedaniyê bikim. Tiştên ku di 16’ê Adarê de li Helepçe qewimî ev 35 sale heta hestiyên xwe hîs dikim. Ez nizanim ma mirin tê ji bîrkirin, lê belê heta mirinê ez giranî û êşa wê hilgirim. Tiştên hatî jiyankirin qirkirinek e. Helepçe birinek nehatî dermankirin e.”

‘Hikumeta herêmê alîkariya pêwîst nade’

Şewnîm Abdullah bal kişand li ser nêzikatiyên hikumeta herêmê ji bo Helepçe û wiha got: “Ez nabêjim hikumet tiştek nekiriye, lê belê tişta ku kirine jî têra pêçana birînên Helepçe nekir. Mixabin hikumeta herêma Kurdistanê  roja 16’ê Adarê weke navberek fermî û roja bîranînê îlan nekiriye. Ji ber vê yekê hemû kes bejdarî bîranîna Helepçe nabin.”

‘Divê hikumeta heremê şopa zarokên winda  bimeşîne’

Şewnîm Abdullah destnîşan kir ku Helepçe êşa hevpar ya Kurdan e û bûye nasname. Ev komkujî bi hemû cîhanê da nasîn, lê belê niha Helepçe bi tenê ye û bi bîrxist ku tu xizmetên ku hikumeta hermên ji bajarên din re dike ji Helepçe re nake û wiha got: “Hina jî weke tê xwestin tu xizmet ji bo Helepçe nehatiye kirin û hîna jî weke bajarek ku jenoside nehatiye naskirin. Ji bo birînên Helepçe were derman kirin tu alîkariyek nayê kirin. Gelek kesên ku ji kimyasalê bandor bûne hene, divê ji derve werin tedawî kirin, lê belê hîna jî derfet nayê dayin.  Ev 35 sale hîna ew birîndar kêlî bi kêlî bêhna kimyasalê dikêşin. Ger hikumeta herêma Kurdistanê  xebatek baş bida meşandin , wê piraniya birandaran bihatan tedawî kirin. 25’ê Gulanê roja navnetewî ya cîhanî a Zarokên Windaye. Bi boneya vê rojê ji bo zarokên Helepçe yên li Îranê were ditîn min gelek caran ji hikumeta herêmê xwest li gel Îranê der barê vê mijarê de konfaransekê li darbixin. Lê belê hîna ev daxwazên min bersîv negirtiye.”

‘Ji bo weqfa me cihek û çavkaniya madî em dixwazin’

Şewnîm der barê pêdawistiyên weqfa zarokên windayî de wiha got: “Ev 5 sale bi awayek dilxwaz bêyî ku em ji hikumetê alîkariyek ya çavkaniya madî  bigrin, ji berîka xwe em xebat didin meşandin. Ji bo me cihek nehatiye dabînkirin û ji bo weqfa me tu mûçe nahatiye veqetandin. Li Helepçe ji bo li aqubeta zarokên winda bi şopîne komisyonek ku komiteya wezîran têde heyî hebû, divê di wê komîsyonê de xebatek cidî were meşandin û di navde hiquqnas ji cih bigrin û nunerên malbatên Şehîdan jî cihê xwe têde bigrin. Weke sazî divê em jî di nava wê saziyê debin. Em weke 74 malbat mînakên me yên xwînê di destê medene, her zaroka ku winda dibe tê dîtin hevgirtina testa DNA tê kirin û zarokên ku winda teslime malbatên wan bikin. Lê belê heta niha wisa nekirine. Yên ku hatine ditîn, mixabin cardin ji ber bê tedbiriyên cardin winda bûn û ev êşa me dû qat kirin. Herî dawî banga min ji parlementoya herêma Kurdistanê  projeya ku me radestî parlmento kir xebat were meşandin û vê pirojeyê bixin meryetê.”