Ji bo 10'emîn salvegera YPJ'ê li Dêrikê pêşangeh

Bi boneya 10’emîn salvegera damezrandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) pêşengeheke wêneyan li Dêrikê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hat vekirin.

Dêrik – Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê, Dîwana Wêjeyê û Tevgera Hîlala Zêrîn bi boneya 10’emîn salvegera damezrandina Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê ku dikeve 4’ê Nîsanê de, li Navneda Dicle ya Çand û Huner a bajarê Dêrikê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşengeheke wêneyan hat vekirin û diyarî têkoşerên YPJ’ê hat kirin. Bi dehan ji Meclisa Malbatên Şehîdan, endamên çandê, helbestvan û rewşenbîr tevî YPJ’ê di çalakiyê de amade bûn. Hêjayî gotinê ye ku 50 wêneyên şervanên YPJ’ê yên ku çîroka berxwedaniya wan dibêje û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevî wêneyên erdhejê di pêşengehê de hatin pêşkêşkirin.

Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, li ser navê Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê, Firyal Çolê axivî.

‘YPJ’ê xeta parastina pêş xist’

Firyal Çolê 10’emîn salvegera damezrandina YPJ’ê li malbatên şehîdan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî jinên cîhanê pîroz kir, di heman demê de bixêrhatina mêvanan kir û got: “Jinên Kurd di her warê jiyanê de xwe pêş xist bêyî ku tukes alîkariya wê bik, bi taybet jinên Rojava di nava YPJ’ê de bi cesareta xwe xeta parastinê pêş xist. Em vê pêşengehê taybet diyarî YPJ’ê dikin û li wan pîroz dikin. Bi hêviya ku em bi hev re jiyaneke azad û demokras bijîn.”

Paşê ji hêla helbestvan; Rûken Silo, Rebya Mihemed, Gulîstan Omer û Anahîta Sîno helbestên ku qala berxwedanî û fedekariya şervanên YPJ’ê dike, her wiha li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi saya wî jin gihan vê asta binirx, hatin xwendin.

‘Em ê têkoşîna xwe dewam bikin’

Ji aliyê xwe ve, Nûnera YPJ’ê ya Giştî Lana Qamişlo li ser navê Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê ev axaftin kir: “Em wekî Yekîneyên Parastina Jin spasiya Desteya Çandê û hevkarên wê dikin li ser vê diyariyê. Berî deh salan li bajarê Dêrikê di 4’ê Nîsana 2013’an de YPJ’ê hat avakirin. Di nava van salan de me li hemberî êrişên dagirkeriyê têkoşîn da meşandin. Em vê yekê tekez dikin ku em ê ji bo doza xwe têkoşîn dewam bikin û ev soza me ji malbatê şehîdan û Rêber Apo ye.”

Çalakî bi vekirina pêşengehê û gotina dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.