6’emîn Mihrîcana Yekta Herekol a Şanoyê li Qamişlo destpê kir

Mihrîcana Yekta Herekol a Şanoyê ya ku ji bo birînanîna şanogerê Kurd Erdogan Qehreman (Yekta Herekol) tê lidarxistin, îro bi çapa xwe ya 6’emîn di bin dirûşmeya “Şano derbirîna mozaîka gelan e” li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpê kir.

Qamişlo – Yekta Herekol mihrîcaneke şanoyê ye, di raman û bingehê xwe de lîstikên curbecur ên şanoyê tên pêşkêşkirin, her wiha derfeta naskirina şarezayên nû yên di warê şanoyê de li seranserê Kurdistanê dide. Mihrîcan bi pêşengtiya Tev-Çand, Tevgera Hîlala Zêrîn û Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê ji bo bîranîna şanogerê Kurd şehîd Erdogan Qehreman (Yekta Herekol) her sal tê lidarxistin.

Bê guman, ev mihrîcan ji bo pêşxistina çanda hunerî û hem jî pêşketina jêhatîbûnê sûdê dide warê lîstikvanî û şanoyê. Her çend zor û zehmetî diderkevin ji gef û êrîşên domdar, bi hêz û germahiyekê îro li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner a li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 6’emîn Mihrîcana Yekta Herekol a Şanoyê di bin dirûşmeya “Şano derbirîna mozaîka gelan e” bi amadebûna bi dehan ji endamên çand û huner, şanoger û kesayetên rewşenbîr û sînemager destpê kir. Hêjayî gotinê ye ku ev dewre li ser asta Kurdistanê tê lidarxistin û dê heftiyekê bi pêşandana 11 şanoyan dewam bike. Di heman demê de şanogerên ku nikarin derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin, wê di rêya onlainê re şanoya xwe pêşkêş bikin.

Mihrîcan bi xuleyek bêdeng ji bo giyanê cangoriyan hat destpêkirin. Paşê ji aliyê Cîgira Hevseroka Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê Mariya Aho axaftin hat kirin

‘Şano wijdanê civakê ye’

Mariya bal kişand ser girîngî û rola şanoyê û ev tişt anîn ziman: “Şano wijdanê civakê û mirêka wê ye ku pirsgirêk, kûrahî û tevliheviyên wê tîne ziman. Yê ku kêmasiyên tê de ronî dike ew e ku çareyan bibîne. 27’ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanê ye û hevdem e, bi salvegera şehadeta têkoşer Yekta Herkol e yê ku di sala 2004’an de li bajarê Helebê ji bo azadiyê xwe feda kir, ku wateyek din da şanoyê, ji ber ku şano bi azadî û îradeya gel re tevlihev bû. Em wekî Desteya Çandê li Herêma Cizîrê, vê roja taybet li tevahî pêkhateyên herêmê pîroz dikin û serkeftinê ji bo vê mihrîcanê re dixwazin.”

Paşê sinivizyonek li ser jiyana Şanoger Erdogan Qehreman (Yekta Herekol) hat pêşandan.

Mihrîcan di roja xwe ya yekemîn de, bi pêşandana şanoya bi sernavê “Kevir” a ku D.Riyad Esmet, Feysel Xelîl û Kamîran Caro derhêneriya wê kiriye bi dawî bû. şano qala zihniyeta baviksalar û desthilatdar a 5 hezar sala dikir ku çawa tê de mêrdewlet xwest xwe li ser jinan ferz bike û jiyana wekhev û hevpar ji kokê hilîne.